ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-08-2018
12 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Îro salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê ji destên çeteyên DAIŞ'ê ye. Piştî du salan ji rizgarkirinê gelek dîmen û diyardeyên di bajêr de hatin guhertin û hin dîmen jî hêjî dîmenên şer vedibêjin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi wesîleya Pêngava 15‘ê Tebaxê şahiyek li navçeya Şêran a girêdayî kantona Kobanê tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi boneya salvegera duyemîn a rizgarakirina Minbicê tûraneke leşkerî lidar dixe. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ji ber şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Can Amûdê taziye tê dayîn. Saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Qamişlo bi rewşenbîran re dicive. Civîn li hola Zane tê lidarxistin. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ekonomîst Mustefa Sonmez balkişand ser kirîza aborî ya li Tirkiye yê û diyar kir ku piştî Arjantînê Tirkiye kiriye welatê herî bi risk û rejîma yek zilamî ya ku bi hêzên weke Rusya û Çînê tenê dikare rojê xilasbike. (BI WÊNE).

- Şêniyên gundê Til Xatûn ê navçeya Tirbespiyê ku li ser sînorê Bakurê Kurdistanê dikeve rastî pêkirinên leşkerên artêşa tirk a dagirker tê. Êrîşa herî dawî di 10‘ê tebaxê de bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevanên Bakurê Sûriyeyê diyar kirin ku kiryarên dewleta tirk ên li Efrînê li deverek din li Sûriyeyê pêk nehatiye û destnîşan kirin ku çapemeniya cîhanê li hemberî zêdegaviyên dewleta tirk bê deng e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Idlib li ser sêleke germ e û opozîsyon radestkirina çekên xwe red dike, (QSD) xeta sînorê di navbera Sûriye û Îraqê de bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir û bi vê yekê riya çeteyên DAIŞ'ê yên li Sûriyeyê ber bi Îraqê ve birrî. DAIŞ'ê rehîneke ku ji Siwêda revandibû kuşt da ku zexta xwe bike û çeteyên li Geliyê Yermûk hatine dorpêçkirin ber bi çolistana Sûriyeyê ve bêne veguhestin. Tevgera Hemas hewl dide hevpeymanekê bi Îsraîlê re der barê Xazayê de pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Endamê Komeleya Catholic û Buroya MSD‘ê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê Josef Qebelan tekezî li ser girîngiya xurtkirina diyalogên Sûrî-Sûrî kir û bang li aliyên Sûrî kir û beşdarî kongreyên hindirîn ên çareserkirina aloziyê bibin. Qeban got ku ku kongreyên derve tu encamê nagire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Endamê Desteya Serokatî ya MSD‘ê Hesen Mihemed Elî detayên hevdîtinên wan bi rêjîma Şamê re û xalên sereke yên ku li ser gotûbêj kirine aşkere kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Çerkesiyên li Minbicê di roja salvegera rizgarkirina Minbicê de yekemîn komele bi navê "Komeleya Çerkes" vedikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- 4 gundên rojava- başûrê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ji destpêka dagirkirina Tirkiyê û çetreyên wê ji Efrînê re hatine dorpêçkirin. Şênî tenê ji alîkariyên komînan pêdiviyên xwe peyda dikin û rojê 2 demjimêran kehrebe dibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê rêveber a Navenda Tirafîkê ya Reqayê Ehmed Esaf diyar kir sedema sereke ya qezayan, ajotina ciwanên biçûk erebeyan di nav bajêr de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa ji bo çareserkirina pirsgirêka avê li taxa rojhila soz dabû. Ji ber nebicihanîna van sozan şêniyên taxê ji nû ve daxwaze çareserkirina pirsgirêkê dubare kirin. Ji aliyê xwe endamên şaredariyê destnîşan kirin ku ji ber kêm derfetan nikarin xebatên sererastkirinê bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Desteya Çand û Hunerê ya kantona Efrînê li kampa Serdem a Şehbayê dewreyeke perwerdeyê li ser rêbazên motajî, wênekêş û sînema vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi wesîleya salvegera duyemîn a rizgarkirina Minbicê Komîteya Çand û Hunerê pêşengeheke şêwekariyê vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA