Di salvegera rizgarkirina Minbicê de vekirina Komeleya Çerkesan

Pêkhateya çerkes ji bo vekirina yekemîn komeleya xwe bi dirûşma 'Xêrxwazî, aborî, civakî' di roja salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê de, amadekariyan dike.

Di salvegera rizgarkirina Minbicê de vekirina Komeleya Çerkesan
12 tebax, 2018   05:33

KAMÎRAN XOCE / MINBIC

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi desteka QSD'ê û hêzên Koalîsyona Navdewletî di 12'ê Tebaxa 2016'an de Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir. Lê roja 15'ê Tebaxa 2016'an rizgarkirin hate ragihandin.

Bi boneya salvegera duyemîn a rizgarkirinê, pêkhateya çerkes cara yekem Komeleya Çerkasan vedike.

Girêdayî mijarê endama rêveber a komeleyê Neciyê Qirtawî ji ajansa me re axivî û ev tişt anîn ziman: "Armanca komeleyê ew e ku ciwan û nifşên nû fêrî kevneşopên çerkesan bibin da ku ji holê ranebin. Pêkhateya çerkes di nav bajêr de bi rêxistin bike û alîkariya xizanan bike."

Her wiha li gel fêrkirina kevneşopan û xwarinên çerkesan ên gelêrî, welatiyên pêkhateya çerkes û bi taybet ciwan dê tev li dewreyên govend û stranên çerkesî bibin.

Qirtawî tekez kir ku komele di salvegera duyemîn a rizgarkirina Minbicê de dê were vekirin.

Ji aliyê xwe endamên Komeleya Tirkmenan li bajarê Minbicê ji bo tev li şahiya salvegera duyemîn a rizgarkirina Minbicê bibin, amadekariyan dikin.

Komeleya tirkmen di şahiyê de, feqereyek lêdana amûra biziq, zarokên tirkmen beşek ji çanda tirkî, xwarineke gelêrî û her wiha axaftineke pîrozbahiyê li ser navê komeleyê dê werin pêşkêşkirin.

Tê payîn ku di 15'ê Tebaxê de salvegera duyemîn a rizgarkirina Minbicê bi şahiyekê were pîrozkirin. Her wiha hemû pêkhateyên Minbicê amadekariyên şahiyê dikin.

(şx/ew)

ANHA