Idlib li ser sêleke germ e û lîreya Tirk dimire

Idlib li ser sêleke germ e û opozîsyon radestkirina çekên xwe red dike, (QSD) xeta sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir û bi vê yekê riya çeteyên DAIŞ'ê yên li Sûriyeyê ber bi Iraqê ve birrî. DAIŞ'ê rehîneke ku ji Siwêda revandibû kuşt da ku zexta xwe bike û çeteyên li Geliyê Yermûk hatine dorpêçkirin ber bi çolistana Sûriyeyê ve bêne veguhestin. Tevgera Hemas hewl dide hevpeymanekê bi Îsraîlê re der barê Xazayê de pêk bîne.

Idlib li ser sêleke germ e û lîreya Tirk dimire
12 tebax, 2018   04:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Idlibê amadekariyên operasyona leşker, hilbijartinên Iraqê, agirbesta Hemas û Îsraîl, Yekem û têkçûna lîreya Tirk mijarên rojnameyên Erebî yên hefteyê ne.

Idlib li ser sêleke germ e

Girêdayî rewş û aloziya Idlibê rojnameya El-Qusdis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Idlib li ser sêleke germ e û opozîsyon radestkirina çekên xwe red dike". Rojnameyê diyar kir ku tevî Idlib yek ji herêmên kêmpevçûn e ku di Astana 4 de hatiye îmzekirin û bêtirî 12 xalên çavdêriyê yên Tirkiyeyê li vir hatine belavkirin, lê gefxwarên rêjîmê û nîşandeyên Rûsya yên êrîşa li dijî herêmê heta niha berdewam in. Nemaze piştî ku koma dawî ya çekdarên opozîsyonê ji Deraayê ber bi Idlibê ve hatin şandin.

Rêjîm hêzên xwe li rojavayê Idlibê belav dike

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameyan behsa amadekariyên rêjîmê ya çalakiyeke leşkerî li Idlibê kirin. Di vê çarçoveyê de rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Şam amadekariya şerekî li rojavayê Idlibê dike. Girêdayî çarenûsa El-Nusra gengeşe dijwar bûne". Rojnameyê diyar kir ku hêzên rêjîmê li sêkoşeya Deşta Xab – Cisir Şixor û çiyayên Laziqiyê ya rojavayê Idlibê belav dibin. Rêjîm hewl dide serweriya vê deverê bike û korîdorekî bi ewle li vir vebike. Di heman demê de topbarana li dijî heman deverê dijar bûye.

DAIŞ'ê rehîneyeke Siwêda kuşt

Girêdayî rewşa li Siwêda rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "DAIŞ ji bo çeteyên xwe ji Geliyê Yermûk derbixîne, rehîneyeke ji Siwêda kuşt". Rojnameyê diyar kir ku rêxistina DAIŞ'ê rêbazê bidarvekirinê dide meşandin da ku zexta xwe bike û çeteyên xwe ji Geliyê Yermûk derbixîne. DAIŞ'ê ku beriya demekê 35 welatî ji gundên Siwêda yên ji pêkhateya Dirûz weke rehîne girtin û yek ji van rehîneyan kuşt.

Danûstandinên li Siwêda ji ber sedema berê vekişandina çeteyan asteng dibin

Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Berê vekişandinê ya dawî ya DAIŞ'ê danûstandinên li Siwêda asteng dike". Rojnameyê diyar kir ku berê vekişandina çeteyên DAIŞ'ê ji Geliyê El-Yermûk a başûrê Sûriyeyê li pêşiya lihevkirina ji bo qewitandina rêxistina DAIŞ'ê ji herêmê dibe asteng. Li aliyê din gel li parêzgeha Siwêda zextê li rêjîmê dike da ku çekdarên radîkal li herêma wan neyên bicihkirin. Çeteyên DAIŞ'ê jî vekişandina ber bi çolistana rojhilatê Sûriyeyê jî red dikin.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de diyar kir ku veguhestina çekdarên rêxistina DAIŞ'ê ber bi çolistana Siwêda ve dosya danûstandinê ya di navbera Rûsya û çeteyan de ya ji bo serbestberdana rehîneyên Dirûz girêkok bûye.

QSD'ê xeta sînorê bi Iraqê re rizgar dike

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameyan behsa rizgarkirina xeta sînorê Sûriyeyê bi Iraqê re ji aliyê QSD'ê ve kir. Der barê mijarê de rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "DAIŞ peywendiya xwe bi komên xwe yên li Iraqê re winda dike". Rojnameyê diyar kir ku QSD'ê ragihand ku giştî xeta sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de ji rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst bi alîkariya Koalîsyona Navetewî paqij kiriye. Ev yek tê wateya ku peywendiya DAIŞ'ê bi komên girêdayî wê yên li Iraqê hate birrîn.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de destnîşan kir ku QSD'ê piştrast kir ku wan kordîne bi artêşa Iraqê re kiriye.

Jinûve veqetandina dengan hewldaneke parastina aramiya siyasî ye

Rojnameya El-Ereb jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Veqetandina dengan bi destan encamên hilbijartinan ragihandin; hewldaneke rêgirtina li pêşiya xwepêşandanên nû li Iraqê ye". Rojnameyê diyar kir ku di encama hêrsa girêdayî sextekirina encamên hilbijartinên Iraqê "ne tiştek e", piştî ku encamên veqetandina dengan bi destan derketin heta asteke bilind weke encamên berê ne.

Çavdêran destnîşan kirin ku ev pêngav hewldaneke ji bo parastina aramiya siyasî di hundirê çalakiya siyasî de ye, da ku di xwepêşandanan de neyên bikaranîn.

Îsraîlê ragihand ku ew ji hemû senaryoyên Sûriyeyê re amade ye

Rojnameya El-Ereb ji aliyê xwe ve nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Lîberman; em ji hemû senaryoyên Sûriyeyê re amade ne". Rojnameyê diyar kir ku artêşa Îsraîlê xwe ji hemû rewşên awarte û hemû senaryoyên Sûriyeyê re amade dike.

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya El-Ereb diyar kir ku Heyder Ebadî li hemberî daxwazên fermandarên tabûrên Şîayî rû bi rû ye, nemaze ji ber cezayên li ser Îranê.

Hemas û Îsraîl li ser riya lihevkirinê ne

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hemas hewl dide hevpeymaneke 'hêdî hêdî' ji bo agirbestê pêk bîne"

Rojnameya El-Ereb jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hemas li benda erêkirina tabûran ji bo lihevkirina bi Îsraîlê re ye"

Îsraîlê şertekî nû ji bo hêsankirina ambargoya li ser Xazayê danî

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat di nivîseke xwe de wiha got: "şertên Îsraîlê hevpeymana agirbestê asteng dike". Rojnameyê ragihand ku îro şandeya Tevgera Hemas dê aliyê Misrê bi helwesta xwe ya girêdayî lihevhatina niştimanî, agirbest û pevguhertina dîlan bi Îsraîlê re agahdar bike. Çavkaniyên dîplomasî diyar kirin ku hikûmeta Îsraîlê şertên nû ji bo kêmkirina ambargoya li ser Xazayê danîne.

Birêtaniya hewl dide bi riya Yemenê bi rola sereke li herêmê rabe

Girêdayî mijarên Yemenê rojnameya El-Ereb diyar kir Martin Griffith sponseriya aktîfkirina rola şepêleke sêyemîn di xebatên çareserkirina dosya Yemenê de dike.  Rojnameyê destnîşan kir ku gelek alî dibînin ku ajandeyên Birêtaniya eşkere dibin ku daxwaza Birêtaniya ji bo wergirtina rola sereke li herêmê zêde bûye, nemaze li rex paşguhkirina rêveberiya Amerîka li hemberî rewşa Îranê ku dibe weke dosyeke vekirî li hemberî rêjîma Îranê bikar bîne.

Îran bi kaxeza tengava Hirmiz li hemberî cezayên Amerîka derdikeve

Rojnameya El-Ereb jî diyar kir ku Îran careke din kaxeza tengava Hirmiz li ba dike û li navbênkaran digere. Rojnameyê destnîşan kir ku Îran ji bilî kaxez tengava Hirmiz nikare li hemberî cezayên Amerîka derbikeve û gefan dixwe ku dê tevgera gemiyên petrolê qedexe bike.

Washington jinûve cezayan li ser Tehranê ferz dike

Girêdayî mijarên Îranê rojnameya Şerq El-Ewsat di nivîseke xwe de diyar kir ku Îran vegeriya bin nîrê cezayên Amerîka. Di heman demê de rêjîma Îranê aloziyeke hundirîn jiyan dike û pêleke nû ya xwepêşandanan dest pê dike.Tevliheviya têkliyên di navbera Enqere û Washington de nirxa lîreyên Tirkiyeyê daxist

Girêdayî mijarên Tirkiyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Lîreya Tirkiyeyê ji ber nakokiyên bi Waşintonê re li ba dibe". Rojnameyê diyar kir ku nirxa lîreya Tirkiyeyê ji ber nakokiyên di navbera Enqere û Waşintonê de daket asteke jêr û piştî Trump ragihand ku lêvegera darayî ya gumrika bi Tirkiyeyê re tê kirin. Ev gav jî dibe ku bandoreke neyînî li derhatinên Tirkiyeyê bike û dibe bigihêje 1.7 milyar dolar. Nirxa lîreya Tirkiyeyê duh daket asta 5.18 lîreyan li hemberî dolarekî.