Kesên ku ji gundê Birc Heyder hatine revandin kî ne?

Kirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Şêrawa didomin. Çeteyan gelek welatiyên gundê Kîmarê jî revandin. Di vê çarçoveyê de ajansa me ANHA'yê navên 25 kesên ku ji gundê Birc Heyder ê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bidest xist.

Kesên ku ji gundê Birc Heyder hatine revandin kî ne?
11 tebax, 2018   09:51

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi ser gundên navçeya Şêrawa ve diçin. Piştî ku êrîşî gundê Birc Heyder û Birc Ebdalo kirin vê carê jî bi alkariya balafirên keşfê berê xwe dan gundê Kîmarê.

Li gorî çavkanyê ji gundê Birc Heyder navên 25 kesên ku ji gund hatine revandin ji ajansa me ANHA'yê re eşkere kirin. Navên wan wiha ne: "Seydo Elî Silêman Kele Xeyrî (30), Ebdulheyî Zekeriya Hesen (25), Adem Elî Hesen (16), Ehmed Mihemed Silêman (18), Egîd Reşîd Hesen (26), Ehmed Reşîd Hesen (22), Mihemed Hesen Nasro (53), Basil Ednan Mihemed Elî (22), Elî Zekeriya, Yehiya Zekerikya, Îsa Mihemed, Mihemed Kele Xeyrî, Basil Kele Xeyrî, Xêro Kele Xeyrî, Silêman Nasro Hesen, Ferîd Hemo Silêman, Mihemed Silêman, Silêman Ehmed, Xêro Mihemed, Xeyaz Xelîl, Nûredîn Mihemed, Adem Elo, Egîd Reşîd, Mihemed Reşîd "Herdû bira ne" û Mihemed Silêman Kelek Xêr."

Her wiha ajansa me navê sê kesên ku ji gundê Birc Ebdalo hatine revandin bidest xist. Navê wan wiah ne: "Xalid Mihemed Qês, Kamîran Mihemed Qês û Mihemed Reşîd Zeyno.

Çavkaniyekî din ji ANHA'yê re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi erebeyên leşkerî êrîşî gundan dikin.

Her wiha çavkaniyekî ji gundê Kîmarê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker êrîşî gund kir û welatiyê bi navê Mûrad Hesen cara duyemîn revandin.

Çavkaniyan ji ajansa me ANHA'yê diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyên herêmê ber bi du girtîgehan ve dibe. Yek ji wan li gundê Basûtê ye û ya din jî li gundê Xezawiyê ye û di van girtîgehan de îşkenceyên dijwar li welatiyan dikin.

(bx)

ANHA