'Armanca şoreşa Bakurê Sûriyê avakirina Sûriyeke rengîn e'

Hevseroka kantona Cizîrê Heyfa Erebo got ku armanca şoreşa Bakurê Sûriyê ne parçekirina Sûriyê û avakirina dewletê ye, lê belê avakirina Sûriyeke demokratîk  û nenavendî ku li gorî pîvanên netewa demokrtîk mafê hemû pêkhateyan têde were parastin armanc dike.

'Armanca şoreşa Bakurê Sûriyê avakirina Sûriyeke rengîn e'
'Armanca şoreşa Bakurê Sûriyê avakirina Sûriyeke rengîn e'
11 tebax, 2018   09:39

HESEKÊ

Duh li bajarê Hesekê bi armanca nirxandina rewşa dawî ya herêmê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) civînek lidar xist. Civîn li dibistana Seyf El-Dewle ya taxa Nasra ya bajarê Hesekê ya herêmê Cizîrê hate lidarxistin.

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê, hevserokên meclîs û saziyên civaka sivîl beşdarî civînê bûn. Civîn bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê Hevseroka kantona Cizîrê Heyfa Erebo axivî û diyar kir ku gelek dibîjin şerê li Sûriyê bidawî bûye lê şer bidawî nebûye ji ber ku gelek hêzên derve destwerdana karûbarên Sûriyeyê dikin û dixwazin berjewndiyên xwe li herêmê li ser hesabê xwîna gel û şoreşa wî pêk bînin.

Heyfa destnîşan kir ku armanca hevdîtinên di navbera Meclîsa Sûriya Demokrtîk (MSD) û Rêjîma Sûriyê  ew ku rêbazekî çareserkirina aloziya Sûriyê peyda bikin û nexşerêya Sûriyeke rengîn, demokratîk û nenavendî were dayîn.

Heyfa got ku di hevdîtinên li Şamê de lihevkirin li ser avakirina komîteyan ji herdû aliyan hate kirin da ku dest bi nîqaşên li ser rewşa herêmê ji aliyê xizmetguzarî û pêşeroja herêmê bikin.

Heyva di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew di dema niha de li ser avakirina rêveberiyeke hevbeş li hemû kantona û rêveberiyên xweser ên Bakurê Sûriyê di bin banê MSD'ê de ya ku wê sîwana wê ya siyasî be û QSD'ê hêza wê ya leşkerî be dixebitin û wiha pêde çû: "Rêvberiya ku em ê ava bikin dê di civînên ku ji bo çaresrkirina aloziya Sûriyê têne lidarxistin de nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê yên Bakurê Sûriyê bike."  

Heyfa da zanîn ku Rêjîma Sûriyê û Rûsiyayê amadekriyên operasyonên li ser Idlibê ya di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye dikin piştî ku Efrînê dagir kirin çeteyên xwe li werê derê kom dike, dikin û ev tişt anî ziman,"Dibe ku bi dawiya alozî û şerê Sûriyeyê li Idilbe be."

Di dawiyê de Hevseroka kantona Cizîrê Heyfa Erebo got ku aramanca wan ji şoreşa Rojava – Bakurê Sûriyê ne parçekirina Sûriyê û avakirina dewletê  ye, lê belê avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî ku têde mafên hemû pêkhateyan bêne parastin armanc dikin.

(bx)

ANHA