Welatiyekî Filestînî jiyana xwe ji dest da

Welatiyê ku tev li çalakiyên meşa vegera mezin li rojhilatê Refeh a başûrê Xezayê bûbû bi giranî birandar bû û di enamcê de jiyana xwe ji dest da.

Welatiyekî Filestînî jiyana xwe ji dest da
11 tebax, 2018   09:59

XEZA

Li gorî nûçeghanê ajansa me ANHA'yê ji Xezayê diyar kir ku welatiyê bi navê Ehmed Ebû Lûlî (40) dema ku tev li çalakiyên meşa vegera mezin bûbû birîndar bû û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Her wiha duh du ciwanên Filistînê yek ji wan xebatkarê destwerdanên lezgîn e jiyana xwe ji dest dan û 242 kes jî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve dema ku tev li çalakiyên meşa vegera mezin ku li Xezayê hate lidarxistin bûbûn, birîndar bûn.

Bi vê yekê hejmara qurbaniyên meşa vegera mezin ku ji 30'ê Adarê ve destpê kiriye bûn 161 kuştî û zêdeyî 18 hezar kes birîndar bûne.

(bx)

ANHA