Bi kargeha xwe xizmeta welatiyan armanc dike

Ji ber kirinên çeteyên DAIŞ'ê xwe li gelek deveran girt. Herî dawî berê xwe dide Bakurê Sûriyeyê û li vir bi cih dibe. Li vir kargeha xwe ji nû ve vedike da ku alîkariya şêniyan bike.

Bi kargeha xwe xizmeta welatiyan armanc dike
Bi kargeha xwe xizmeta welatiyan armanc dike
Bi kargeha xwe xizmeta welatiyan armanc dike
Bi kargeha xwe xizmeta welatiyan armanc dike
Bi kargeha xwe xizmeta welatiyan armanc dike
Bi kargeha xwe xizmeta welatiyan armanc dike
Bi kargeha xwe xizmeta welatiyan armanc dike
11 tebax, 2018   09:03

ŞEVÎN HESEN – NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Malbata Ebû Ehmed ji ber ku diçe herêmên di bin serwerya rêjîmê de nexwest navê xwe eşker bike. Ew ji parêzgeha Helebê ye. Ji destpêkê ve li Helebê bûn, lê piştî ku komên çekdar bajar xistin bin serweriya xwe neçar man ku dev ji warê xwe berdin û berê xwe dan Efrînê ya ku ji aliyê şervanênê YPJ/YPG'ê ve dihat parastin da ku xwe li wê derê bi cih bike û ji ber ku li wê derê aramî û ewlehî dîtin.

Piştî çend salan li Efrînê man, Ebû Ehmed tevî malbata xwe berê xwe da bajarê Minbicê da ku li wê derê bixebitin. Lê ji ber kirin û destdirêjiyên çeteyên DAIŞ'ê neçar man ku ji bajêr derkevin lê vê carê berê xwe dan herêma Cizîrê û xwe li navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê bi cih kir.

Ji meha Gulanê ve li navçeya Şedadê kargeha xwe ya çêkirina betariyan vekir. Di kargehê de 22 karker ji navçeya Şedadê dixebitin. Rojane ji 8 – 10 saetan dixebitin.

Betariyên di vê kargehê de tên çêkirin li giştî herêmên rojhilat tên belavkirin. Kargeh mehane bêtirî 50 betariyan çêdike.

Girêdayî kar û xebatên kargehê xwediyê kargehê Ebû Ehmed ji ajansa me ANHA'yê re axivî û got ku ew betariyên kevin kom dikin û piştre dihelînin û ji nû ve betariyan çêdikin. Ebû Ehmed destnîşan kir ku piştî betarî tê çêkirin karkerekî taybet hêza betariyê kontrol dike û wiha got: "Piraniya karê me bi destan dibe û betariyên ku ew çêdikin li gelek deverên Dêrazor, Reqa, Dêrik, Dirbêsiyê, Hesekê û Eyn Îsa tên belavkirin."

Ebû Ehmed got ku kargeha wan mehane bêtirî 50 betariyan çêdike û di demsala zivistanê de mehane nêzî 100 betariyan çêdike.

Girêdayî astengiyên rastî kargehê tên Ebû Ehmed diyar kir ku ji ber rewşa riyên çûn û hatinê û komên çete ew nikarin berhema xwe li herêmên derveyî Cizîrê belav bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "armanca min ew e ku ez xizmeta welatiyên herêmê bikim û pêdiviya welatiyan ji betariyan peyda bikim. Banga min ji aliyên têkldar re ew e ku alîkariyê bi kargehê re bikin da ku kargeha çêkirina betariyan were berfirehkirin."

ANHA