Rêjîm êrîşa xwe li dijî Idlibê bilez dike

Hêzên rêjîmê careke din sêkoşeya Cisir Şixor – Deşta Xab û gundewarê Laziqiyê topbaran kirin. li bajarê Idlibê piştî êrîşên rêjîmê û tevgerên dîplomasî yên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de bêdengiyeke baldar tê jiyîn.

Rêjîm êrîşa xwe li dijî Idlibê bilez dike
11 tebax, 2018   09:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hêzên rêjîma Sûriyeyê îro serê sibê careke din bi moşekan sêkoşeya Cisir Şixor – Deşta Xab û gundewarê Laziqiyê topbaran kir.

Hêzên rêjîmê di topbarana xwe de aliyên Kebanê û Çiyayên Turkmenan ên gundewarê Laziqiyê armanc kirin. her wiha gelek deverên gundewarê bajarê Cisir Şixor û çiyayên berava Sûriyeyê armanc girtin. Di encamê de tenê ziyanên madî derketin.

Li aliyê din piştî êrîşên rêjîmê ku beriya du rojan dest pê kiriye heta niha li bajarê Idlibê bêdengiyeke balder tê jiyîn.

Balefirên şer û helîkoperên rêjîmê seranserî gundewarê Idlbiê bi bermîlên teqemenî armanc kirin. Di encamê de herî kêm 12 kesên bajarê Xan Şêxûn û bajaroka El-Teh hatin kuştin.

Li rojavayê paytextê Şamê teqînên dijwar pêk hatin. Derbarê ziyanan de ti agahî nehatin bi dest xistin.

Hêzên rêjîmê alîkariyeke leşkerî ya zêde ji derdora parêzgeha Idlibê re dişîne û amadekariya êrîşeke mezin dike. Li aliyekî din Rûsya û Tirkiyeyê di nava danûstandinên berdewan de ne. Komên çete yên li Idlibê jî tevliheviyekê jiyan dikin û Tirkiye li ser gumana ku amûrên xwe yên li ser erdê winda bike xemgîn e.

Serokê artêşa Îranê Tugay Mihemed Baqirî telefonî Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Elî Eyûb kir û jê xwest ku divê artêşa Sûriyeyê xebatên xwe yên tunekirina terorîstan di asteke herî jor de berdewam bike û di van gotinên xwe de parêzgeha Idlibê nîşan dide.