Di komkujiya Dehyan de 131 kes bûn qurbanî

Wezîrê Tenduristî û Niştecihan li Senha yê girêdayî Hosiyan ragihand ku di encama êrîşa Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê de li dijî otobuseke xwendekaran li parêzgeha Sehda 131 kes mirin û birîndar bûn. Koalîsyona Erebî jî ragihand ku girêdayî mijarê lêpirsînek vekiriye. Êrîşên di navbera hêzên Yemenê û Hosiyan de li herêmên cûda berdewam in.

Di komkujiya Dehyan de 131 kes bûn qurbanî
11 tebax, 2018   08:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala El-Mesîra ya girêdayî Hosiyan civîneke çapemeniyê ya Wezîrê Tenduristî û Niştecihan Taha El-Motewekêl ku li cihê komkujiyê hatibû lidarxistin, weşand. El-Motewekêl ragihand ku di komkujiya li dijî xwendekaran de ya li bazara Dehyan 131 kes mirin û birîndar bûn.

Di nava qurbaniyan de 51 kes hatine kuştin û ji wan 40 zarok in. Her wiha 79 kes birîndar bûne û di nava wan de 56 zarok in. Her wiha di nava qurbaniyan de hin kes nehatine nasîn.

Li aliyê din Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê ragihand ku lêpirsînek der barê buyerê de vekiriye. Meclîsa Ewlehî duh banga lidarxistina lêpirsîneke zelal kir.

Girêdayî rewşa şer û pevçûnan û êrîşên ezmanî yên koalîsyona erebî li başûr û rojavayê bajaroka El-Tehîta, hate ragihandin ku 54 endamên Hosiyan hatine kuştin û hejmarekî din jî birîndar bûne.

Kanala Skynews li gorî çavkaniyên Yemenê ragihand ku di encama êrîşên Koalîsyonê de hejmareke alavên leşkerî yên Hosiyan hatine rûxandin û li aliyê rojavayê eniya şer a El-Dirêhmî şer û pevçûnên demkî di navbera hêzên Yemenê û Hosiyan de rûdane.

Her wiha ragihand ku li derdora balefirgeha Senha û li baregehên leşkerî yên El-Firîce û El-Semeh ên bajaroka Erheb gelek alavên leşkerî yên Hosiyan hatine rûxandin. Her wiha gelek kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Hêzên Hosiyan jî li dijî komên artêşa Siûdiyê li rojhilatê Cehfan a li eniya Cîzan êrîşek pêk anîne û di encamê de siwareyeke leşkerî ku gelek leşkerên artêşa Siûdiyê têde bûn hatiye teqandin.