Yekemîn akademiya birîndarên şer li Hesekê hate vekirin

Akademiya Birîndarên Şer yekemîn beşa xwe li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê di bin navê "Akademiya Şehîd Viyan Kobanê" de bi merasîmekê vekir.

Yekemîn akademiya birîndarên şer li Hesekê hate vekirin
Yekemîn akademiya birîndarên şer li Hesekê hate vekirin
Yekemîn akademiya birîndarên şer li Hesekê hate vekirin
11 tebax, 2018   08:14

HESEKÊ

Akademiya Birîndarên Şer pisportiya xwe di pêşxistina afrîneriya birîndarên şer de û perwerdeyên fikrî û siyasî ji birîndaran re dike. Di akademiyê de her wiha perwerdeyên rêzimanên Erebî û Kurdî tên dayîn.

Merasîma vekirina akademiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de bi dehan birîndarên şer û malbatên wan û endamên saziyên leşkerî û sivîl beşdar bûn.

Di merasîmê de Endama Rêveberiya Akademiya Viyan Kobanê Egîd Şedadî axivî û vekirina akademiyê li hemû welatiyên herêmê û malbatên şehîdan û birîndaran pîroz kir. Egîd Şedadî diyar kir ku vekirina akademiyê qonaxeke nû ji bo  birîndaran e û wiha got: "Hin ges guman dikin ku dema mirov endamekî laşê xwe winda dike, têkoşîna van kesan bidawî dibe. Em ji van re dibêjin ev guman ne rast e, lê belê israra birîndaran di têkoşînê de bêtir zêde dike."

Şedadî soza şopandina riya şehîdan dubare kir û got ku dê bi hemû hêz û derfetên xwe têkoşîna xwe ber bi avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî ve berdewam bikin.

Di dawiya merasîmê de li ber stranên şoreşgerî xeletên dîlanê hatin gerandin û merasîma vekirina Akademiya Birîndarên Şer a Viyan Kobanê bi durişmeyan bi dawî bû.

ANHA