Navenda belavkirina avê ya El-Mensûra jinûve hate xebitandin

Şaredariya Gel a bajaroka El-Mensûra bi alîkariya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê navenda belavkirina avê piştî ku sererast kir jinûve hate xebitandin.

Navenda belavkirina avê ya El-Mensûra jinûve hate xebitandin
Navenda belavkirina avê ya El-Mensûra jinûve hate xebitandin
Navenda belavkirina avê ya El-Mensûra jinûve hate xebitandin
Navenda belavkirina avê ya El-Mensûra jinûve hate xebitandin
Navenda belavkirina avê ya El-Mensûra jinûve hate xebitandin
Navenda belavkirina avê ya El-Mensûra jinûve hate xebitandin
Navenda belavkirina avê ya El-Mensûra jinûve hate xebitandin
Navenda belavkirina avê ya El-Mensûra jinûve hate xebitandin
11 tebax, 2018   08:03

TEBQA

Yekîneya sererastkirina toreya ava vexwarinê ya bajaroka El-Mensûra ku ev 6 sal in hatiye rawestandin, nemaze piştî ku di serdema dagirkeriya çeteyan de hatibû xirabkirin. Piştî ku toreya avê ji aliyê Şaredariya Gel ve hate sererastkirin ava vexwarinê ji nû ve li welatiyan hate belavkirin.

Xebatên sererastkirinê ji dema herêm hatiye rizgarkirin ve tê meşandin û hemû pêdivî û alavên navenda belavkirina avê yên parzûnkirin û paqijkirinê hatin peydakirin.

Girêdayî mijarê Hevserokê Şaredariya Gel a bajaroka El-Mensûra Ferec El-Yûsif diyar kir ku bi vegerandina ava vexwarinê ya toreya avê ya bajarok welatî gelekî kêfxweş bûne û dê xebatên xwe li gorî daxwaza welatiyan berdewam bikin û dê bi hemû hêz û derfeta xwe xizmeta welatiyan bikin.

Jinûve xebitandina navenda belavkirina avê bi merasîmekê hate pêk anîn. Di merasîmê de hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Şiyar Mihemed û hejmareke endamên saziyên sivîl ên bajarê Tebqa û bajaroka El-Mensûra amade bûn.

ANHA