Bi dermanên Kurdewarî malbata xwe xwedî dike

Dayîka Misad Xelîf di bijîşktiya kurdewarî de ku ji dayîk û dapîra xwe fêrbûye dixebite. Li rex bêdengiya rêxsitinên tenduristî û lawazbûna alîkariyên wan bi koçberan re, dayîka Misad di kampê de dermanên kurdewarî ji nexweşan re peyda dike û debara malbata xwe dike.

Bi dermanên Kurdewarî malbata xwe xwedî dike
11 tebax, 2018   08:35

ŞEVÎN HESEN/HESEKÊ

Di kampa koçberan a nêzî bajaroka El-Hol de nêzî 33 hezar koçber hatine bicihkirin û piraniya wan hemwelatiyên Îraqê ne ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê neçarî koçberiyê bûne.

Koçberên Kampa Holê ji ber paşguhkirina rêxistinên tenduristî yê navnetewî rastî gelek astengiyan tên. Bi armanca dermankirina nexweşan gelek koçber berê xwe didin bijîşkên kurdewarî.

Dayîka Misad Selîfe ya 60 salî ku ji Îraqê koçber bûye û di kampa Holê de bi cih bûye, xebatên bijîşktiya kurdewariyê dike û dermanên kurdewarî ji nexweşên kampê re peyda dike û bi vê yekê debara malbata xwe jî dike.

Dayîka Misad derbarê xebatên xwe yên dermankirina kurdewarî de ji ajansa me ANHA'yê re axivî û got ku ew ji bo debara malbata xwe bike neçar e karekî ji xwe re peyda bike û ji ber ku ew di dermanên kurdewarî de pispor e, alîkariya nexweşan dike û dermanên kurdewarî ji wan re peyda dike.

Dayîka Misad destnîşan kir ku ew ji ber rewşa jiyanê ya ne baş û kêmbûna madeyên xwarinê yên ku rêxistinên di nav kampê belav dikin û ew jî têra malbata wê nake, neçar ma ku bixebite.

Dayîka Misad got ku ew dermanên kurdewarî ji gelek nexweşiyên jinan, germbûna zarokan, û gelek nexweşiyên din re peyda dike. Dayîka Misad da zanîn ku derfetên dermankirinê di kampê de gelekî kêm in û ew bi buhayeke erzan nexweşan derman dike.

Dayîka Misad di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rêxistinên tenduristî yên navnetewî kir ku alîkariya tenduristî bi koçberan re bikin.

(şx)

ANHA