Ji ber buhabûnê ditirsin erebeyên xwe temîr bikin

Piraniya ajokarên kantona Qamişlo li Herêma Cizîrê ji ber hevnegirtina nirxê parçeyên guhertina wesayîtan û buhayê çêkirina wan bi gazinc in. 

Ji ber buhabûnê ditirsin erebeyên xwe temîr bikin
Ji ber buhabûnê ditirsin erebeyên xwe temîr bikin
Ji ber buhabûnê ditirsin erebeyên xwe temîr bikin
Ji ber buhabûnê ditirsin erebeyên xwe temîr bikin
Ji ber buhabûnê ditirsin erebeyên xwe temîr bikin
Ji ber buhabûnê ditirsin erebeyên xwe temîr bikin
Ji ber buhabûnê ditirsin erebeyên xwe temîr bikin
Ji ber buhabûnê ditirsin erebeyên xwe temîr bikin
Ji ber buhabûnê ditirsin erebeyên xwe temîr bikin
10 tebax, 2018   09:47

EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Buhayê parçeyên guhertina erebeyan di nav dikanên Herêma Pîşesaziyê de ciyawaz in. Her çi qas Meclisa Pîşesaziyê nirxê buhayê diyar kiribûn jî di nav bêçavdêriyê de, her firoşkarek bi awayekî keyfî parçeyan difiroşe.

Xwediyên wesayîtan li kantona Qamişlo ji ber vê diyardeyê beriya çend mehan ve bi gazin in û bang li aliyên têkildar dikin ku bi lez li ser vê mijarê rawestin û rê li ber bigirin.

Ajokarê erebeya barkirinê yê bi navê Ehmed Elî ji şêniyên bajarê Qamişlo ye. Elî ji bo sererastkitina erebeya xwe serdana herêma pîşesaziyê kir. Elî diyar kir ku her xwediyê dikanekê li gorî kêfa xwe parçeyan difiroşe. Nirxê hin dikanan guncaw in lê hinek din jî pir buha ne û wiha pê de çû: Dema erebeya min xirab dibe, ez ji ber nedabînkirina buhayê parçeyan û karkeran, ditirsim ku biçim herêma pîşesaziyê."

Ji bo peydakirina nirxê her parçeyekî çend rojan dixebitin

Pirsgirêka herî mezin, rastî xwediyên erebeyên veguhestinê yên bikirê tê. Rojane di nav bajaran de digerin, yanî 24 demjimêr dixebitin û erebeyên wan bi awayekî asayî bi hewcedariya sererastkirinê ne.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Mihemed El-Erûd ê ji navçeya Çilaxa ye, xwediyê erebeya veguhestinê ye. li ser riya Qamişlo-Dêrîk dixebite. Mihemed El-Erûd diyar kir ku xwediyên dikanên pîşesaziyê li Qamişlo bi nirxa parçeyên guhertinê dilîzin. Ew li hember her parçeyekê du qat pere gezenc dikin û got: "Hin caran ji bo peydakirina nirxa parçeyekê xirab bûye, çend rojan dixebitim."

Ajokarê erebeya veguhestinê li ser riya Qamişlo-Dêrîk bi navê Macid El-Ezîz destnîşan kir ku Meclisa Pîşesaziyê bi erkên xwe ranabe û bûyerên ku li herêma pîşesaziyê li bajarê Qamişlo diqewimin çavdêr nake. Her wiha El-Ezîz got ku meclis nirxê parçeyan diyar kiriye lê bê çavdêrî ye û her karsazek parçeyan li gorî xwe difiroşe û nirxê westanbûna xwe pir buha dibe.

Çavdêrî tune ye

Serokê Meclisa Pîşesaziyê yê bajarê Qamişlo Mihemed Sadîq destnîşan kir ku meclis li ser dikanên pîşesaziyê geriya û wiha pê de çû: "Eger ajokarek gilî bike û nirxê ne li gorî lîsteyê be, meclis hesab ji xwediyê dikanê dixwaze."

Her wiha Sadîq bang li ajokaran kir ku kesên muxalefetê dikin li gel meclisê gilî bikin da karibin wan ceza bikin û wiha got: "Tenê bi vê rêyê, rê li ber kesên ku dixwazin bi buhayê parçeyan bilîzin, dê were girtin."

Her wiha xwediyê dikanê li herêma pîşesaziyê Mistefa Hemo diyar kir ku nirxên buhayê parçeyan di nav herêmê de ciyawaz in û tevî wê jî buhabûna nirxê temîrê. Mistefa Hemo destnîşan kir ku sedema vê pirsgirêkê, buhabûna xebatên karkeran e.

(şx/ew)

ANHA