Herêmên di bin serweriya çeteyan de têne topbarankirin  

Hindek gund û herêmên gundewarên bakurê parêzgeha Hemayê yên di bin serweriya komên çete de ji aliyê hêzên rêjîmê ve bi dijwarî tên topbarankirin.

Herêmên di bin serweriya çeteyan de têne topbarankirin  
10 tebax, 2018   09:20

EFRÎN

Hêzên rêjîma Sûriyeyê gund û herêmên parêzgeha Hemayê, başûrê Idlibê û derdora bajarokê Kefer Nebûde û gundê Til El-Sexir ên ku komên çete li wan deveran bi cih bûne, topbaran kirin. Her wiha bajarokê El-Ziyara yê rojavayê parêzgehê bi topavêjan hate topbarankirin.

Hêzên rêjîma Sûriyeyê duh gundên başûrê Helebê û gundê Xelse topbaran kirin. Her wiha derdora başûrê bajarê El-Letmane yê parêzgeha Hemayê bi topan hate topbarankirin.

Li gorî çavdêran ku rêjîma Sûriyeyê amadekariyan dike da ku herêmê ji komên çekdar ên ku alîkariya xwe ji dewleta tirk a dagirker digirin, rizgar bike û her wiha hemû herêmê bixe bin serweriya xwe.

Lê heta niha tu tevgerên leşkerî li wê derê çênebûne. Tenê topbaraneke dijwar ji aliyê hêzên rêjîmê ve ji duh ve tê kirin.

(bx)

ANHA