Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezayê de 12 Filistînî birîndar bûn

Di bombebarana balafirên şer ên Hêzên Îsraîlê li ser navenda çandê ya Xezayê de 12 filistînî birîndar bûn, her wiha ziyan gihiştin navendê.

Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezayê de 12 Filistînî birîndar bûn
9 tebax, 2018   16:34

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê êrîş anîn ser avahiya çandê ya Meshal a li rojavayê bajarê Xezayê, di encamê de 12 welatî birîndar bû, di nav de zarok û Kamîrevanê Kenala El-Eqsa El-Filistîniyê Yûsif Lebid birîndar bûn her wiha ziyanên madî gihiştin navendê.

(bb)

ANHA