Ebadî gelek endamên wezareta elektrîkê ji kar stend

Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî ji bo sekinandina çalakiyên protestoyê gelek rayedarên wezareta elektrîkê ji kar stend.

Ebadî gelek endamên wezareta elektrîkê ji kar stend
9 tebax, 2018   15:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîr Ebadî piştî ku wezîrê elektrîkê ji kar stend her çar gerînendeyê giştî ji kar stend. Di heman demê de cihê peywira gelek rayedaran guherand.

Hate diyarkirin ku di vê çarçoveyê de gerînendeyên giştî yên veberhênan, lihevkirin, belavkirin û îdareyê ji kar hatine stendin.

Di dawiya meha Tîrmehê de Wezîrê Elektrîkê Kasim El Fahdavî ji ber ‘xerabûna sektora elektrîkê’ ji peywirê hatibû stendin.

Ji ber qutkirina av û elektrîkê û ji ber nelirêtiyê her roj çalakiyên protestoyê hene.