Li Til Hemîsê jî pêngava paqijkirinê

Bi dirşûma 'Cih ji berê bêtir paqij bihêle', Buroya Hawirdorê ya Şaredariya Gel pêngava paqijkirina hemû navenda navçeya Til Hemîsê ji çopê da destpêkirin.

Li Til Hemîsê jî pêngava paqijkirinê
9 tebax, 2018   18:37

QAMIŞLO

Buroya Hawirdor ya Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê ya Kantona Qamişlo pêngava paqijkirina navçeyê orgenîze kir. Endamên şaredarî, meclis, kongreya star, komîteya kehrebê yên navçeyê û her wiha 200 mamoteyên Komîteya Rêveberiya Dibistanan tev lî pêngavê bûn.

Di çarçoveya pêngavê de kolanên sereke, qad, baxçeyên giştî û hin kolanên şaxî hatin paqijkirin.

Her wiha şaredariyê alavên xizmetguzariyê ji bo veguhestina çopê komkirî ji ber navenda Komîteya Rêveberiya Dibistanan, paymengehan û kolanên giştî ji bo cihê ku jê re hatî eyar kirin li derveyî navenda navçeyê, peyda kir.

Pêngav bi avadana daran û paqjikirina derdora wan bi dawî bû.

(şx)

ANHA