Bi ked û derfeta xwe dêrek ava kirin

Suryaniyên gundê Şelhomiya yê Tirbespiyê li şûna dêra kevin a di encama rewşa hewayê xirab bibû, dêreke nû ava dikin.

Bi ked û derfeta xwe dêrek ava kirin
Bi ked û derfeta xwe dêrek ava kirin
Bi ked û derfeta xwe dêrek ava kirin
9 tebax, 2018   06:04

RÊNAS REMO / KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Piştî qirkirina Ermen, Suryan û Êzidiyan di navbera 1914- 1920‘an  ji aliyê dewleta Osmanî ve  li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, bi hezaran malbat hatin Rojava û Bakurê Sûriyeyê. Bi dehan malbatên Suryanî li gundê Şelhomiyê yê Tirbespiyê yê girêdayî kantona Qamişlo bi cih bûn.

Gundê Şelhomiya 5 km dikeve bakurê navçeya Tirbespiyê. Niştecihên vî gundê hemû Suryan in.

Dêra gund ji ber rewşa hewayî xirab bibû. Şêniyên gund pêş 5 mehan bi derfetên xwe de dest bi avakirina dêreke nû bi navê "El-Ezra û Qidîs Meraho" kirin. Şêniyan piştî ku pere kom kirin heya niha ji sedî 70 avakirin pêk anîn.

Yek ji şêniyên gundê bi navê Heysem Zeytûnî li ser avakirina dêrê dibêje, "Dêra kevin nema bi kêr tê. Me 35 mîlyon lîreyên Sûrî kom kirin û dostên me yên li derve jî alîkarî şand."

Heysem Zeytûnî spasiya kesên ku destek dane avakirina dêrê.

(bb)

ANHA