Xezeba Zeytûnê: Çeteyekî Feyleq El-Şam li Cindirêsê hate kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê diyar kir ku di çalakiyeke taybet de yek ji çeteyên Feyleq El-Şam bi navê "Ehmed Mihemed Hemdan" hate kuştin.

Xezeba Zeytûnê: Çeteyekî Feyleq El-Şam li Cindirêsê hate kuştin
8 tebax, 2018   21:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê derbarê mijarê de daxyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê roja  7‘ê Tebaxê yek ji çeteyên Feyleq El-Şamê bi navê Ehemd Mihemed Hendan" kuştin.

Hate gotin ku çete Hemdan ji parêzgeha Humis a Sûriyeyê û li herêma Cindirês ya Efrînê li gel fermandarê Feyleq El-Şam Ebû Mucahid El-Humisî kar dikir û beşdarî şerê li dijî Efrînê, talankirina malên sivîlan bû û destê wê di rijandina xwîna sivlên Efrînê de heye.

ANHA