ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-08-2018
9 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê ji bo şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Emîr Derwîş merasîmê sersaxiyê bi rêxistin dike. Saet 09:30. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Parêzeran a Kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyê dide. Saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMNE).

- Tevgera Civaka Demokratîl (TEV-DEM) di çarçoveya rêzecivînên şîrovekirina geşedanên dawîn, civînekê li bajaroka Bênder ê rojavayê Kobanê li dar dixe. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Parêzer û hiqûqnasên navçeya Girkê Legê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kiryarekî zalmane bi nav kirin û girîngiya têkoşînê ji bo rakirina tecrîdê destnîşan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Li taxên bajarê Minbicê şerên dijwar di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Sûriya Demokratîk û çeteyên DAIŞ`ê de diqewimîn. Di encamê de hêzên ku pêşengiya hemleya rizgarkirinê dikir bajar bi tevahî ji çeteyan rizgar kir. Rizgarkirina Minbicê, şerê li dijî DAIŞ`ê xiste pêvajoyeke nû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Navenda Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM‘ê civîna çapemeniyê ya heftane ya bi armanca nirxandina rewşa siyasî li dar dixe. Saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Tirbespiyê ji bo nirxandina rewşa siyasî civînekê li Akademiya Şehîd Yekta Herekol li dar dixe. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Ji Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê 70 zarok bi berhemên xwe yên "Wênesaz, stran, şano, helbest û dîlan" dê beşdarî 4. Mîhrecana Zarokan a Herêma Cizîrê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê hin jî daxwazên gel wekî veguhestina cihê sergoyê û kolandina bîran  bi ciha anî, her wiha amadekariyên sererastkirina riyan û xetên kanalîzasyonê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Suryaniyên gundê Şelhomiya yê Tirbespiyê li şûna dêra kevin a di encama rewşa hewayê xirab bibû, dêreke nû ava dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê yên li Kantona Şehbayê bi cih bûn piştî 3'ê mehan ji çandina mewsima havînê hilberînan berhev dikin û sûd jê digirin. Her wiha ji bo 30'î malbatan jî çavkaniya rizqê ye.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li hin taxên bajarê Dêrikê diyardeya xerçkirina avê belav bûye, ji ber vê yekê hin tax bê av dimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA