Pêşbirka dîlanên filklorî ya zarokan bi dayîna xelatan bi dawî bû

Bi dirûşmeya " Em di dilê zarokên xwe de çand û hunera resen biçînin" Buroya Jin a Şaredariya Gel a Dêrikê ya kantona Qamişlo pêşbirka dîlanên filklorî ya zarokan organîze kir.

Pêşbirka dîlanên filklorî ya zarokan bi dayîna xelatan bi dawî bû
Pêşbirka dîlanên filklorî ya zarokan bi dayîna xelatan bi dawî bû
Pêşbirka dîlanên filklorî ya zarokan bi dayîna xelatan bi dawî bû
Pêşbirka dîlanên filklorî ya zarokan bi dayîna xelatan bi dawî bû
Pêşbirka dîlanên filklorî ya zarokan bi dayîna xelatan bi dawî bû
Pêşbirka dîlanên filklorî ya zarokan bi dayîna xelatan bi dawî bû
Pêşbirka dîlanên filklorî ya zarokan bi dayîna xelatan bi dawî bû
Pêşbirka dîlanên filklorî ya zarokan bi dayîna xelatan bi dawî bû
Pêşbirka dîlanên filklorî ya zarokan bi dayîna xelatan bi dawî bû
8 tebax, 2018   19:25

QAMIŞLO

Buroya Jin a Şaredariya Gel a Dêrikê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Dicle bi tevlêbûna komên zarokan "Koma Esala ya Til Hemîsê, Şengal a kamap Newroz, Govenda Kulîlka Koçerat û Koma Suryan a Yourthotha" pêşbirka dîlanên filklorî organîze kir.

Pêşbirk li stada Kornêş a Dêrikê bi amadebûna bi sedan kesî hate lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, Hevseroka Meclisa Şaredariya Gel Rojîn Çeto axivî û anî ziman ku dîrok şahidiya çanda herêmê ye.

Rojîn anî got ku parastina çand û hunera resen nîşaneya resbûna gelekî ye.

Piştre komên beşdar dilanên xwe yên filklorî pêşkêş kirin. Berhemên ji aliyê komîteya tehkîmê ve hate nirxandinê

Koma Aylanyayê ya girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran stranên filklorî pêşkêş kirin.

Di pêşbirkê de, Koma Asala ya  Til Hemîsê di asta yekemîn de, Koma Govenda Kulîlkên Koçerat asta duyemîn û koma Youthotha di asta sêyemîn serketin. Her sê komên serkeftî hatin xelatkirin.

Pêşbirk bi gerandina xelekên dîlanan li gel stranan bi dawî bû.

ANHA