Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Minbicê hat vekirin

Partiya Sûriyeya Pêşerojê buroya  xwe li bajarê Minbicê hate vekirin.

Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Minbicê hat vekirin
Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Minbicê hat vekirin
Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Minbicê hat vekirin
Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Minbicê hat vekirin
Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Minbicê hat vekirin
8 tebax, 2018   18:40

MINBIC

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi armanca berfirehkirina xebatên xwe, buroya xwe li bajarê Minbicê vekir.

Şande jî parêzgehên Sûriyeyê, Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, nûnerên saziyên sivîl û bi dehan şêniyên Minbicê beşdarî mersîmê vekirina buroyê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pêk kir. Paşê Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan vekirina buroyê li şêniyên herêmê pîoz kir û got,"Wekî Partiya Sûriyeya Pêşerojê armanca me gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe bighînin hev. Em hemû ji şer û rijandina xwînê aciz bûn."

Qeftan di dawiya axaftina xwe de got, "Ji Sûriyeke demokratîk pirreng re erê û ji ne navendî re na."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Nezîfe Xelo jî vekirina buroyê pîroz kir û wekî gaveke girîng ber bi avakirina Sûriyeke nû û pêkanîna hêviyên gelê Sûriyeyê ve bi nav kir.

Endama Buroya Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Seher Ûde jî axivî û anî ziman ku vekirina buroya partiyê li bajarê Minbicê peyameke li dijî desthildarî, dûrxistin û mudaxleyên derve ye.

Buro ji aliyê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Îbrahîm Casim, bavê şehîd Mehmûd Casim ve hate vekirin.

Buroyên partiyê li Hesekê, Qamişlo û îro li Mibicê jî hate vekirin.

ANHA