Mijarên îro rojnameyên Erebî behsê kirine ev in

Danûstandinên di navbera Rûsya û çeteyên DAIŞ'ê de li çolistana Siwêda ji ber nakokiya girêdayî berê vekişîna çeteyan rastî astengiyan tê. Li Îraqê hate ragihandin ku ew li gorî cezayên Amerîka li ser Îranê tevnagerin. Birêtaniya hewl dide bi riya Yemenê bi roleke sereke li herêmê rabe.

Mijarên îro rojnameyên Erebî behsê kirine ev in
8 tebax, 2018   07:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarê û aloziyên herêmê kirin. Di nava van mijaran de rojnameyan behsa astengiya danûstandinên li çolistana Siwêda û cezayên Amerîka li ser Îranê û tevgera siyasî ya der barê aloziya Yemenê de kirin.

Danûstandinên li Siwêda ji ber sedema berê vekişandina çeteyan asteng dibin

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin girêdayî mijar û aloziya sûriyeyê kirin. Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Berê vekişandinê ya dawî ya DAIŞ'ê danûstandinên li Siwêda asteng dike". Rojnameyê diyar kir ku berê vekişandina çeteyên DAIŞ'ê ji Geliyê El-Yermûk a başûrê Sûriyeyê li pêşiya lihevkirina ji bo qewitandina rêxistina DAIŞ'ê ji herêmê dibe asteng. Li aliyê din gel li parêzgeha Siwêda zextê li rêjîmê dike da ku çekdarên radîkal li herêma wan neyên bicihkirin. Çeteyên DAIŞ'ê jî vekişandina ber bi çolistana rojhilatê Sûriyeyê jî red dikin.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de diyar kir ku veguhestina çekdarên rêxistina DAIŞ'ê ber bi çolistana Siwêda ve dosya danûstandinê ya di navbera Rûsya û çeteyan de ya ji bo serbestberdana rehîneyên Dirûz girêkok bûye.

Netewên Yekbûyî êrîşa rêjîmê li dijî Idlibê şermezar kir

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Aliyên navnetewî êrîşên Şamê li dijî Idlibê şermezar kirin". Rojnameyê diyar kir ku piştî aliyên navnetewî êrîşa rêjîma Sûriyeyê û hevkarên wê li dijî parêzgeha Idlibê şermezar kirin, Çîn diyar kir ku ew beşdarî çalakiya leşkerî nebûye. Şer û pevçûn di navbera tabûrên opozîsyonê û hêzên rêjîmê li gundewarê Laziqiyê duh dijwar bûn. Rêjîm hewl dide serweriya xwe li ser kembera ewlehî ya ji başûrrojavayê Idlibê ber bi bakurê wê ve temam bike û ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hate şermezarkirin.

Îsraîlê ragihand ku ew ji hemû senaryoyên Sûriyeyê re amade ye

Rojnameya El-Ereb ji aliyê xwe ve nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Lîberman; em ji hemû senaryoyên Sûriyeyê re amade ne". Rojnameyê diyar kir ku artêşa Îsraîlê xwe ji hemû rewşên awarte û hemû senaryoyên Sûriyeyê re amade dike.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de destnîşan kir ku evan tedbîrên Îsraîl li rex aloziya di navbera Netewên Yekbûyî û Îranê de pêk tê, nîşanên herî dawî ew bû ku Waşintonê gurzeke cezayên hişk li dijî Îranê dest pê kirin. Televîzyona fermî ya Îsraîlê li ser zimanê Lîberman ragihand ku gumana Îsraîlê ew e ku Îran axa Sûriyeyê ji xwe re bikar bîne û weke eniyeke şer li dijî wê di paşerojê de bikar bîne. Lê da zanîn ku ew xwe dispêrin sozên Rûsyayê da ku ev yek pêk neyê.

Ebadî wezîrên berê hewaleyî lêpirsînê dike

Girêdayî mijarên Îraqê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha binav kir: "hevbendiya Ebadî ji nuşka ve diqelişe". Rojnameya El-Heyat jî wiha got: "Ebadî şerê li hemberî gendeliyê dest pê dike û hin wezîrên berê hewaleyî lêpirsînê dike". Rojnameyê ragihand ku serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî hin wezîr û rayedarên berê hewaleyî lêpirsîn kirin ji ber ku gumana gendeliyê li ser wan hene. Di heman demê de xwepêşandanên li başûr ev mehek e berdewam in.

Îraq li gorî cezayên Amerîka li ser Îranê tevnagere

Rojnameya El-Ereb di nivîseke xwe ya din de got ku Bexdayê ragihand ku ew li gorî cezayên Amerîka li ser Îranê tevnagere. Rojnameyê li ser navê Serokwezîrê Îraqê wiha got: "Em ê li gorî berjewendiya welatê xwe û parastina gelê xwe tevbigerin".

Îsraîlê şertekî nû ji bo hêsankirina ambargoya li ser Gazayê danî

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat di nivîseke xwe de wiha got: "şertên Îsraîlê hevpeymana agirbestê asteng dike". Rojnameyê ragihand ku îro şandeya Tevgera Hemas dê aliyê Misrê bi helwesta xwe ya girêdayî lihevhatina niştimanî, agirbest û pevguhertina dîlan bi Îsraîlê re agahdar bike. Çavkaniyên dîplomasî diyar kirin ku hikûmeta Îsraîlê şertên nû ji bo kêmkirina ambargoya li ser Gazayê danîne.

Birêtaniya hewl dide bi riya Yemenê bi rola sereke li herêmê rabe

Girêdayî mijarên Yemenê rojnameya El-Ereb diyar kir Martin Griffith sponseriya aktîfkirina rola şepêleke sêyemîn di xebatên çareserkirina dosya Yemenê de dike.  Rojnameyê destnîşan kir ku gelek alî dibînin ku ajandeyên Birêtaniya eşkere dibin ku daxwaza Birêtaniya ji bo wergirtina rola sereke li herêmê zêde bûye, nemaze li rex paşguhkirina rêveberiya Amerîka li hemberî rewşa Îranê ku dibe weke dosyeke vekirî li hemberî rêjîma Îranê bikar bîne.

Trump dewlet û şîrketên cîhanî neçarî vebijartina di navbera Tehran û Waşintonê de dike

Girêdayî mijarên Îranê rojnameya Şerq El-Ewsat di nivîseke xwe de diyar kir ku Trump hişyariya keysbaziya li ser cezayan daye "bi me re yan bi Îranê re".