Şerên li Siwêda danûstandinên rizgarkirina rehîneyan asteng dikin

Şer di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ'ê de li çolistana Siwêda berdewam dikin. Li aliyê din metirsiya kuştina rehîneyên Siwêda yên li ba DAIŞ'ê piştî astengbûna danûstandinan li ba malbatên rehîneyan zêde bûye. Balefirên bê pîlot li dijî baregeha Şihêrat a leşkerî li gundewarê Humsê êrîş pêk anîn.

Şerên li Siwêda danûstandinên rizgarkirina rehîneyan asteng dikin
8 tebax, 2018   08:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku şer li gelek aliyên çolistana rojhilat û bakurrojhilatê Siwêda di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên rêjîma Sûriyeyê de berdewam in.

Di Şer  de topbarana bi fûzeyan jî pêk tê. Hêzên rêjîmê di çalakiya xwe ya leşkerî de ya di bin sîwana ezmanî û fûzeyî de hewl dide hebûna çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Siwêda bi dawî bike.

Li aliyê din metirsiya li ser jiyana rehîneyên Siwêda ji ber van şervan zêde dibe, nemaze piştî ku çekdarên alîgirtiya rêjîmê dikin çeteyekî DAIŞ'ê dîl girtin û li qadeke bajarê Siwêda bidar vekirin.

Ji ber sedema nerazîbûna welatiyên Siwêda ya veguhestina çeteyên DAIŞ'ê yên li Geliyê El-Yermûk ber bi çolistana Siwêda ve, danûstandinên di navbera Rûsya û çeteyên DAIŞ'ê de asteng bûn. Gumana veguhestina çeteyan ber bi çolistana rojhilatê Humisê yan Dêrazorê derdikeve holê û li gorî agahiyan çeteyên DAIŞ'ê ev vebijêr red kirine.

Di çarçoveyeke din de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê destnîşan kir ku gelek teqîn li gundewarê başûrrojhilatê Humisê pêk hatin. Di encamê de hate eşkerekirin ku êrîş li dijî balefirgeha Şihêrat a Leşkerî ya di bin serweriya hêzên rêjîmê de bû.

Ev cara yekemîn e ku êrîşên bi firokên bê pîlot li dijî vê balefirgehê pêk tên, piştî ku piraniya êrîşan li dijî balefirgeh û baregeha Rûsyayê Himêmîm pêk dihatin.