HPG`ê nasnameya şehîdên Colemêrgê aşkere kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 8 şehîdên ku 21'ê Tîrmeha 2018'an li Colemêrgê şehîd bûbûn, aşkere kirin.

HPG`ê nasnameya şehîdên Colemêrgê aşkere kirin
HPG`ê nasnameya şehîdên Colemêrgê aşkere kirin
HPG`ê nasnameya şehîdên Colemêrgê aşkere kirin
HPG`ê nasnameya şehîdên Colemêrgê aşkere kirin
HPG`ê nasnameya şehîdên Colemêrgê aşkere kirin
HPG`ê nasnameya şehîdên Colemêrgê aşkere kirin
HPG`ê nasnameya şehîdên Colemêrgê aşkere kirin
HPG`ê nasnameya şehîdên Colemêrgê aşkere kirin
HPG`ê nasnameya şehîdên Colemêrgê aşkere kirin
8 tebax, 2018   07:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 8 şehîdên ku 21'ê Tîrmeha 2018'an li Colemêrgê şehîd bûbûn, aşkere kir.

HPG'ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

"Li Kurdistanê şerê li dijî dagirkeriya TC’ê her ku diçe girantir dibe û hema hema her roj şer û operasyon çêdibin. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku li dijî hêzên me yên gerîla hemû derfetên dewletê dixebitîne, li gel hemû êrîşên xwe jî nagihin encamên ku dane ber xwe. Şerê bi  hêzên dagirker ku bi her cure derfetên dewletê êrîşên xwe zêde kirine bûye xwedî karaterekî ast bilind. Hêzên me yên gerîla di çalakiyan de û di şerê dema operasyonan de derbên giran li dijmin dixe. Di pêvajoya şerê zêde de, ji hêzên me yên gerîla jî ku bi lehengî û fedaî şer dikin şehîd çêdibin. 21’ê Tîrmeha 2018’an li Colemêrgê, li qada Geliyê Marînosê artêşa TC’ê ya dagirker êrîşeke hewayî aniye û di encamê de 8 hevalên me yên leheng şehîd bûne.

Hevalên me yên ku şehîd bûne ji bajarên cuda yên Kurdistanê hatine, li çiyayên Kurdistanê di nav şerê giran de ji bo azadiya gelê me heta bi hilma xwe ya dawî bi fedaî şer kirine. Ji ber şehîdbûna hevalên me yên şehîd di serÊ malbatên şehîdan, serê hemû gelê me yê welatparêz sax be û em dîsa sond dixwin heta ku em KurdistanA azad, ku îdeala şehîdên me yên pêk bînin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Li gorî daxuyaniya HPG'ê nasnameya şehîdan wiha ye;

Nasnav: Bahtiyar Azîz

Nav û Paşnav: Demhat Bozkûrt

Cihê Dayikbûnê: Wan

Navê Dayik - Bav: Esmîhan - Azîz

Cih û Demê Şehadetê: Colemêrg / 21’ê Tîrmeha 2018’an

*****

Nasnav: Erdal Dîren Amanos

Nav û Paşnav: Şehmûs Eşîn

Cihê Dayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik - Bav: Nefel - Hamît

Cih û Demê Şehadetê: Colemêrg / 21’ê Tîrmeha 2018’an

*****

Nasnav: Rûbar Andok

Nav û Paşnav: Hasan Yîgît

Cihê Dayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik - Bav:Besna - Yusuf

Cih û Demê Şehadetê: Colemêrg / 21’ê Tîrmeha 2018’an

*****

Nasnav: Sema Marînos

Nav û Paşnav: Vahîde Kûrt

Cihê Dayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik - Bav: Feyrûs - Suleyman

Cih û Demê Şehadetê: Colemêrg / 21’ê Tîrmeha 2018’an

******

Nasnav: Serhat Berwar

Nav û Paşnav: Dundar Kaya

Cihê Dayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik - Bav: Saadet - Salîm

Cih û Demê Şehadetê: Colemêrg / 21’ê Tîrmeha 2018’an

*****

Nasnav: Solîn Roj

Nav û Paşnav: Sabriye Temel

Cihê Dayikbûnê: Wan

Navê Dayik - Bav: Perîhan - Kadîr

Cih û Demê Şehadetê: Colemêrg / 21’ê Tîrmeha 2018’an

*****

Nasnav: Şervan Amed

Nav û Paşnav :Emrûllah Atilgan

Cihê Dayikbûnê: Amed

Navê Dayik - Bav: Fatma – Şehmûs

Cih û Demê Şehadetê: Colemêrg / 21’ê Tîrmeha 2018’an

*****

Nasnav: Cigerxwîn Zagros

Nav û Paşnav:-

Cihê Dayikbûnê: -

Navê Dayik - Bav:-

Cih û Demê Şehadetê: Colemêrg / 21’ê Tîrmeha 2018’an