Li taxa Şêxmeqsûd komînek din hat avakirin

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê xebatên avakirina komînan didome.

Li taxa Şêxmeqsûd komînek din hat avakirin
Li taxa Şêxmeqsûd komînek din hat avakirin
Li taxa Şêxmeqsûd komînek din hat avakirin
Li taxa Şêxmeqsûd komînek din hat avakirin
Li taxa Şêxmeqsûd komînek din hat avakirin
6 tebax, 2018   18:18

HELEB

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi zêdbûna hejmara kesên vedigerin taxê re xebatên zêdekirina hejmara komînan didome.

Tevgera Civaka Demokratîk bi armanca avakirina komînekê li beşê rojavayê taxê civînek li dar xist. Bi dehan şêniyên taxê di civînê de amade bûn.

Di civînê de, Hevserokê Meclisa TEV-DEM‘ê Mihemed Şêxo bal kişand li ser girîngiya avakirina komînan di rêxistinkirina civakê û pêşkêşkirina xizmetan de.

Şêxo her wiha mekanîzmeya xebatên komîteyên komînan destnîşan kir û hêviya serkeftinê ji komînê re xwest.

Di dawiya civînê de komîn bi navê"Şehîd Berxwedan" hate avakirin, hevserok hatin hilbijartin û komîteyên komînê ku her yek ji 4 endaman pêk tê hatin avakirin.

(bb)

ANHA