Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê hêza xwe xurt dikin

Akademiya Şehîd Mehmûd El-Elî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn dewreyeke nû ji endamên xwe re bi navê Dewreya Şehîd Udey El-Ehmed bi merasîmekê bi dawî kir.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê hêza xwe xurt dikin
Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê hêza xwe xurt dikin
Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê hêza xwe xurt dikin
Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê hêza xwe xurt dikin
Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê hêza xwe xurt dikin
Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê hêza xwe xurt dikin
6 tebax, 2018   12:07

MINBIC

Di çarçoveya xebatên xurtkirina Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê û çespandina parastina rewa de, Akademiya Şehîd Mehmûd El-Elî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn dewreyeke nû ji endamên xwe re bi navê Dewreya Şehîd Udey El-Ehmed bi merasîmekê bi dawî kir. 58 endam beşdarî dewreyê  bûn û waneyên fikrî, leşkerî û siyasî 28 rojan wergirtin.

Merasîm bidawîkirina dewreyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê cîgira hevseroka Komîteya Karûbarên Hundirîn Rena Pêşmaf axivî û got ku ew bi saya xwîna şehîdan û li vir kom bûne.

Piştre endamê Fermandariya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê Ciwan El-Ehmed axivî û bidawîkirina perwerdeyê li endamên nû pîroz kir û wiha got: "Bi boneya nêzîkbûna duyemîn salvegera rizgarkirina Minbicê ji destên çeteyên DAIŞ'ê em azadiya Minbicê li hemû welatiyan pîroz dikin."

Ciwan El-Ehmed di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em bi ciwanên xwe ku bi dildarî beşdarî xebatên avakirina civakeke demokratîk û biratiya gelan û aştiyê bûne û bi berpirsyarî ji bo parastina herêmê tev digerin, serbilind in."

El-Ehmed bi taybet soz da malbatên şehîdan ku dê layiqî xwîna şehîdan derkevin û aramî û ewlehiya bajêr biparêzin.

Di dawiya merasîmê de bawername li endamên nû hatin belavkirin.

ANHA