Şaredariya El-Kebir rêya sereke fireh dike

Şaredariya Gel a El-Kebir a girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo firehkirina rêya sereke dest bi kar û xebatên xwe dike.

Şaredariya El-Kebir rêya sereke fireh dike
Şaredariya El-Kebir rêya sereke fireh dike
Şaredariya El-Kebir rêya sereke fireh dike
Şaredariya El-Kebir rêya sereke fireh dike
6 tebax, 2018   11:36

DÊRAZOR

Bi armanca çareserkirina pirsgirêka hatûçûnê û rêgirtina li pêşiya qezayên trafîkê, Şaredariya Gel a El-Kebir a girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê rêya sereke ya bajêr bi qasî 3 metreyan fireh dike.

Çavdêrê projeyê Salih El-Îd girêdayî mijarê wiha got: "Bi armanca çareserkirina hemû pirsgirêkên hatûçûnê û rêgirtina li pêşiya qezayên trafîkê Şaredariya Gel dê xebatên xwe berdewam bike."

ANHA