Di teqîna li Qahîreyê de 9 kes birîndar bûn

Îro serê vê sibê li devera El-Deqî ya li paytexta Misrê Qahîreyê di encama qezayekê de siwareyek teqiya û 9 kes birîndar bûn.

Di teqîna li Qahîreyê de 9 kes birîndar bûn
6 tebax, 2018   10:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Misrê Xalid Mucahid ragihand ku li devera El-Deqî ya li paytext Qahîreyê serê vê sibehê di encama qezayeke trafîkê de siwareyek teqiya. Di encama teqînê de 9 kes birîndar bûn.

Sedema teqînê nehat zelalkirin, lê çavkaniyên ewlehiyê ji Reutersê re ragihand ku dibe ku sedem pirsgirêkeke di hundirê siwareyê de be.