Rêveberê Navenda Lêkolînên Zanistî ya girêdayî rêjîmê hate kuştin

Rêveberê Navenda Lêkolînên Zanistî ya girêdayî hêzên rêjîma Sûriyeyê Ezîz Esber li bajarokê Misyaf ê Hemayê hate kuştin.

Rêveberê Navenda Lêkolînên Zanistî ya girêdayî rêjîmê hate kuştin
5 tebax, 2018   11:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku rêveberê Navenda Lêkolînên Zanistî ya girêdayî hêzên rêjîma Sûriyeyê Dr. Ezîz Esber li bajarokê Misyaf ê Hemayê di encama teqînekê de li dijî siwareya wî şevê din hatiye kuştin.

Rojnameya El-Weten a girêdayî rêjîma Sûriyeyê jî nûçeya kuştina Dr. Ezîz Esber belav kir.

Navenda Lêkolînên Zanistî ya girêdayî hêzên rêjîma ya li devera Misyaf ji aliyê hêzên ezmanî yên Îsraîlê ve di Îlona 2017'an de hate armancgirtin. Amerîkayê ev navend tawanbar kir ku alîkariya pêşxistina çêkirina gaza sarîn û çêkirina çekên kîmyawî dike. Rêjîma Sûriyeyê jî ev tawanbarî red kir ku hemû çekên wê yên kîmyewî di sala 2013 û 2014'an de li gorî hevpeymaneke Rûsya û Amerîkayê hatine tunekirin.