′Armanca kongreya KPC-D Jin pêşxistina aliyê perwerdeyê ye′

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê Semîra Hec Elî destnîşan kir ku armanca wan ji lidarxistina kongreya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk-Jin, avakirina civakeke exlaqî û azad li ser fikrên azad û pêşxistina aliyê perwerdeyê ye.

′Armanca kongreya KPC-D Jin pêşxistina aliyê perwerdeyê ye′
5 tebax, 2018   11:51

QAMIŞLO

Bi dirûşma “Azadî û bedewî bi zanista jinan de dê bigihîjin rastiya hevjiyana azad" yekemîn kongreya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk-Jin (KPC-D Jin) li ser asta Bakurê Sûriyê li Zanîngeha Rojava a kantona Qamişlo a herêma Cizîrê hate lidaraxsitin. 350 delege ji herêmên Efrîn, Cizîr û Firat her wiha nûnerên ji Tebqa, Reqa û Dêrazorê tev li kongreyê bûn. Kongreyê 2 rojan berdewam kir. 

Di vê çarçoveyê de hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Kantona Qamişlo Semîra Hec Elî destnîşan kir ku armanca wan ji lidarxistina kongreyê pêşxistina perwerdeyê li ser pîvanên neteweya demokratîk e.

Semîra Hec Elî got ku di kongreyê de hemû momosteyên bajar û herêmên Bakurê Sûriyeyê hatin komkirin da ku li ser mekanîzmeya kar û xebatên du salan û pêşxistinên perwerdeyê û rêxistinê jî bi awayekî berfireh werin nîqaşkirin.

Semîra di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di karê û xebatên wan de tê xwestin ku nivşekî nû li ser exlaq û rêgezên bingehîn di çarçoveya felsefeya netewa demokratîk ava bikin da ku civaka xwezeyî û exlaqî ava bikin û bi taybet li herêmên ku ji nû ve ji çeteyên DAIŞ`ê mîna Reqa, Tebqa û Dêrazorê.

Semîra diyar kir ku jinên ereb li hember zehmetiyên ku rastî pêşxistina wê tên sekenî û hemû urf û adatên paşketî şikenand. Ji ber ku di nava civakê de jin rastî gelek zehmetiyan dihat û wiha anî ziman: "Tevlîbûna jinan ji kongreyê re tê wateya ku jinê gelek pêşxistin bi dest xistine. Jinên ereb tev li kongreyê bûn her wiha rola wê di nîqaş û rexneyan de baş bû."

Semîra li ser herêmên Tebqa, Reqa û Dêrazorê ku ji nûve ji aliyê QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin diyar kir ku ew bi hemû hêza xwe kar û xebatên komîteya Perwerdeyê li wan herêman bi rêxistin dikin da ku jin bikare xwe bi awayekî baştir nas bike û azadiya xwe bi dest bixe.

Semîra der barê biryarên ku di kongreyê got hemû biryarên ku hatin girtin encama nîqaş û rexneyên ku di kongreyê de hatin kirin. Di dawiyê de Semîra destnîşna kir ku ew bi hemû hêza xwe rastiya neteweya demokratîk li hemû herêman belav dikin.
(bx/ew) 

ANHA