Heşd Şeebî li Diyalayê çalakiyeke leşkerî da destpêkirin

Hêzên Heşd Şeebî li Iraqê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li bakurê rojhilatê parêzgeha Diyala çalakiyeke leşkerî da destpêkirin.

Heşd Şeebî li Diyalayê çalakiyeke leşkerî da destpêkirin
5 tebax, 2018   11:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya hêzên Heşd El-Şeebî ragihand ku îro di serê sibê de çalakiyeke biserdeçûnê li gundên Celewla yên bakurê rojhilatê parêzgeha Diyala daye destpêkirin da ku şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê li herêmê tune bike.

Heşd Şeebî ragihand ku hewldana çeteyên DAIŞ'ê ya derbasbûna Diyala têk çûye û di encamê de 4 çete hatine kuştin. Li gorî malperê çalakiya leşkerî bi beşdarbûna her du tugayên 110 û 23 ên Heşd Şeebî û îstixbaratê pêk hatiye.

Tevî ku Iraqê ragihand ku giştî axa xwe ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kiriye, lê hê jî li Iraqê gelek şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê hene. Di van demên dawîn de jî li ser rêya Bexda-Diyala-Kerkûk gelek welatiyên sivîl hatine revandin û kuştin. Di encamê de hêzên ewlehiyê çalakiyeke leşkerî dane destpêkirin da ku parastina rêyên sereke û herêmên nêzî parêzgehên Diyala, Kerkûk û Selahedîn biparêzin.