Misir dê 250 ton gazê derbasî Xezayê bike

Rêveberê Giştî yê Desteya Petrolê li herêma Xezayê Xelîl Şiqfê piştrast kir ku Misirê biryar daye ku dê 250 ton gaza kelînê derbasî herêma Xezayê bike.

Misir dê 250 ton gazê derbasî Xezayê bike
5 tebax, 2018   10:59

XEZA

Rêveberê Giştî yê Desteya Petrolê li herêma Xezayê Xelîl Şiqfê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku armanc ji derbaskirina gaza kelînê ji bo herêma Xezayê ya Filistînê ew e ku pêdiviyên welatiyan peyda bike piştî ku Îsraîlê Deriyê Kerem Ebû Salim ê bazirganiyê girt.

Şiqfê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Ji ber kêmbûna gaza kelînê welatiyên Xezayê rastî gelek astengiyan hatin û me ji hikumeta Misirê xwest miqdareke gaza kelînê derbasî Xezayê  bike da ku pêdiviyên welatiyan pêk bîne."

Şiqfê destnîşan kir ku aliyê Misrê daxwaza wan bi fermî erê kir û biryar da ku dê 250 ton gaza  kelînê îro derbasî Xezayê bike. Şiqfê got ku bi vê pêngava Misrê asta aloziyê dê li herêma Xezayê were lawazkirin. Her wiha destnîşan kir ku aliyê Misirê dergehên Filistînê agahdar kirine ku dê miqdara gaza kelînê li gorî plansaziyekê derbasî herêmê bike.

Şiqfê da zanîn ku aliyê Misrê dê her wiha 2 milyon lître mazotê jî derbasî herêmê bike.

Ji ber ambargoya Îsraîlê li ser herêma Xezayê ev demek e aloziyeke aborî heye û ji ber girtina Deriyê Kerem Salim alozî mezintir bû û rewşa welatiyan dijwartir bû.

ANHA