Balafirên Îsraîlê Xeza bombebaran kir: 2 kes birîndar bûn

Balafirên şer ên Îsraîlê rêzeêrîş li dijî Xezayê pêk anîn. Balafiran baregehên leşkerî yên tevgera Hemas armanc girtin. Di encamê dê 2 kes birîndar bûn.

Balafirên Îsraîlê Xeza bombebaran kir: 2 kes birîndar bûn
5 tebax, 2018   10:02

XEZA

Nûçegihanê ajansa me ANHA'yê ji Xezayê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê, rêzeêrîş li dijî herêmê pêk anîn û navendeke çavdêriyê ya girêdayî tabûrên El-Qesam baskê leşkerî yê tevgera Hemas li rojhilatê Bêt Lahiya ya bakurê herêma Xezayê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên nûçegihan bi dest xwe ve anîne, di encama êrîşan de 2 kes birîndar bûne.

Êrîşa balafirên Îsraîlê li dijî herêma Xezayê di dema axaftinên girêdayî pêkanîna hevpeymanekê di navbera Îsraîl û Hemasê de bi sponseriya Misrê pêk tên.

ANHA