Asayîşê sextekarên pereyan girtin

Asayîşa navçeya Sirrînê ya kantona Kobanê komeke ku pereyên sexte li gel wan hate dîtin, girtin.

Asayîşê sextekarên pereyan girtin
4 tebax, 2018   16:11

KOBANÊ

Piştî lêpirsînê ji aliyê Buroya Têkoşînê ya Li Dijî Sûcên Rêxistinî ya navçeya Sirrînê ya kantona Kobanê ve, derket ku ji komek ji 4 kesan pêk û hevalên wan li gundê El-Eze yê Minbicê jî hene pereyên sextet bikar di anîn.

Li gorî rayedaran; miqdara pereyên sexte ên ku hatin desteserkirin 1 milyonek û 584 hezar e. Buro bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê li Bakurê Sûriyeyê ev kes girtin û sewqî dadgehê kirin.

(şx)

ANHA