Çeteyan welatiyek qetil kirin û hevjîna wî tol rakir

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê welatiyek Efrînî qetil kirin û hevjîna wî ji bo tola hevserê xwe çeteyek kuşt.

Çeteyan welatiyek qetil kirin û hevjîna wî tol rakir
4 tebax, 2018   15:48

EFRÎN

Çavkaniyek ji kantona Efrînê ji nûçegihanê ajansa me re ragihand ku çeteyên koma "El-Hemzat" a girêdayî artêşa tirk a dagirker şevê din bi ser malê welatiyek ereb li nêzî parka taxa El-Eşerefiyê girtin û ew kuştin.

Her wiha çavkanî diyar kir ku hevjina kesê hat qetilkirin ji bo tola hevserê xwe biloeke ji jor de avêt çeteyek û hate kuştin.

Heman çavkanî tekez kir çeteyên artêşa dagirker piştî buyerê tax girtin û derketina derve li şêniyan qedexe kirin û jina ku çete kuşt revandin û ber bi cihek nediyar ve birin.

(şx)

ANHA