Şandeya Siwêda: Em ê dîmena herêmê ji welatiyên Siwêda re vebêjin

Şandeya Kombûna Sûriyên Laîk a Demokratîk li Siwêda û Partiya Sûriye ya Paşerojê serdana mezara şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê kirin.

Şandeya Siwêda: Em ê dîmena herêmê ji welatiyên Siwêda re vebêjin
4 tebax, 2018   11:20

QAMIŞLO

Şande ku serdana mezara şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo kiriye ji nûnerên Buroya Kombûna Sûriyên Laîk a Demokratîk li Siwêda Semîr Ezam û Yehya Ebû Raêd û herdu endamên Partiya Sûriye ya Paşerojê Merwan Hesen û Xedîce El-Zahir pêk dihat.

Li mezara şehîdan şande ji aliyê endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ve hat pêşwazîkirin. Paşê şande di nava gorên şehîdan re geriyan.

Piştre Semîr Ezam destnîşan kir ku serdana wan a Bakurê Sûriyeyê li ser daxwaza Meclîsa Sûriya Demokratîk pêk hatiye û da zanîn ku dê rêze hevdîtinan bi rayedar û nûnerên herêmên û partiyên siyasî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re pêk bînin.

Der barê serdana şandeyê ya mezara şehîdan Ezam wiha got: "Ti carî xwîna şehîdan li arê naçe. Bi saya fedekarî û xwîna wan herêm ji terora herî metirsîdar di dîrokê de hatiye rizgarkirin û bi saya şehîdan hêvî ji gelê Sûriyeyê re ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk bi hemû pêkhateyên wê vegeriya ye. Şehîd bingeha avakirina Sûriyeke demokratîk in ku weke tabloyekî mozayîk hemû pêkhateyan bigire nava xwe."

Ezam ji bo vegera hemû koçberên Sûriyeyê û çareserkirina aloziya Sûriyeyê hêviyên xwe anîn ziman.

Nûnerê Buroya Kombûna Sûriyên Laîk a Demokratîk li Siwêda Semîr Ezam di dawiyê de wiha got: "Em ê dîmena herêma Bakurê Sûriyeyê ji welatiyên Siwêdê re vebêjin û şîrove bikin. Em ê alîkariya Partiya Sûriye ya Paşerojê di vekirina buroyeke wê li Siwêda bikin. Em ê asta xebatên xwe ya pênasekirina têgeha Sûriya Demokratîk a nû ji welatiyan re bilind bikin."

ANHA