Îran buroyeke sponseriya berjewendiyên Îranê li Siûdiyê vedike

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî ragihand ku dê buroyeke sponseriya berjewendiyên Îranê li Siûdiyê di demeke nêzî de vebikin.

Îran buroyeke sponseriya berjewendiyên Îranê li Siûdiyê vedike
4 tebax, 2018   11:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku dê têkliyên xwe yên dîplomasî bi Siûdiyê re vegerîne û dê buroyeke sponseriya berjewendiyên Îranê li Siûdiyê vebike. Ev gav piştî hevpeymana ku li Siwîsra pêk hatiye, tê avêtin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan BANA ya Îranê re ragihand ku piştî hevpeymana beriya 8 mehan li Siwîsra pêk hatiye, di demeke nêzîk de dê buroyeke sponseriya berjewendiyên Îranê li Siûdiyê vebikin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di 23'yê tebaxa 2017'an de ragihand ku welatê wî amade ye diyalogê bi Siûdiyê re bike û eger aliyê din siyaseta xwe li herêmê biguherîne dê bersiveke erênî ji Tehranê werbigire.

Hêjayî gotinê ye têkliyên dîplomasî di navbera Îran û Siûdiyê de ji sala 1943'an ve car bi car aloziyan jiyan dike.