QSD'ê sê çete li rojhilatê Dêrazorê girtin

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro sê çete ku xwe di nava welatiyên sivîl de veşartibûn û hewl didan çalakiyên terorîst pêk bînin, girtin.

QSD'ê sê çete li rojhilatê Dêrazorê girtin
4 tebax, 2018   11:13

DÊRAZOR

Piştî ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) giştî çolistana gundewarê Dêrazorê rizgar kirin, sê çeteyan xwe di nava welatiyên sivîl de veşartin û hewl dan êrîşî xaleke şervanan bikin. Şervanên QSD'ê bi ser wan de çûn û girtin û çekên wan jî desteser kirin.

Li gorî QSD'ê her sê çete ji bajarê Helebê ne û di destpêka avakirina DAIŞ'ê de beşdarî nava çeteyên DAIŞ'ê bûne û navên wan wiha ne: "Mistefa Mehmûd ji taxa El-Mercê ya bajarê Helebê (1991), Ebdilrehman Hemzê ji bajaroka Sifîrê yê rojhilatê Helebê ye (1995) û Ehmed Hisên Wefa ji bajaroka Sifîrê (2000)." Hate gotin ku Ehmed Hisên Wefa di nava Eşbal El-Xîlafê de wekî serçete dixebitî.

ANHA