Şaredariya Şêrawa xebatên xwe yên xizmetguzariyê zêde dike

Şaredariya Gel a navçeya Şêrawa ya Efrînê piştî ku şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ji warê xwe derbikevin û li hin gundên Şêrewa bi cih bibin, kar û xebatên xwe ji bo peydakirina pêdiviyên welatiyan zêde kir. Şaredarî hemû xwestekên şêniyan bi cih tîne. Her wiha av û kehrebeyê ji 8 gundan re peyda dike.

Şaredariya Şêrawa xebatên xwe yên xizmetguzariyê zêde dike
Şaredariya Şêrawa xebatên xwe yên xizmetguzariyê zêde dike
Şaredariya Şêrawa xebatên xwe yên xizmetguzariyê zêde dike
Şaredariya Şêrawa xebatên xwe yên xizmetguzariyê zêde dike
4 tebax, 2018   10:26

ELÎ GEDRO – CAFER CAFO / EFRÎN

Şaredariya Gel a navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê  tev kêmderfetên xwe xizmeta şêniyên 8 gundan dike û av û kehrebeyê ji wan re peyda dike gelek xebatên xizmetguzariyê li van gundan dide meşandin.

Şaredariya Gel a gundê Aqîbê xizmeta gund û 7 gundên derdorê "Zaretê, Sixonekê, Bircqasê, Gundê Mezin, Kalûtê, Xirêbkê û Aqîbê" dike. Di van gundan de bi hezaran şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên dagirkeran ve neçar mane warê xwe terk bikin, jiyan dikin.

Av li van gundan têra welatiyan nedikir. Ji ber wê Şaredariya Gel a gundê Aqîbê bi banzêran avê li welatiyên van gundan belav dike. Berpirsên şaredariyê diyar kirin ku her panzêreke avê bi 2200 lîreyên Sûriyeyê ye û ew 1200 lîreyan ji ber welatiyan ve didin, ango welatî tenê 1000 lîreyan didin.

Şaredariya Gel her wiha cenerator ji van gundan re peyda kirin û kehrebeyê li welatiyan belav dike û buhaya ampêrên kehrebeyê jî diyar kirin.

Şaredarî li gorî derfetên xwe toreyên avê sererast dike û bi awayekî baş avê dighîne şêniyan. Ji aliyekî din ve jî xebatkarên şaredariyê çopê ji gundan radikin  da ku nexweşî belav nebin.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Şaredariya Gel Abdullrehman Hesen got tevî kêmderfetan ji ber dorpêça herêmê ji hemû aliyan ve ew bi hemû hêz û derfetên xwe tevdigerin û alîkariyê bi welatiyan re dikin.

(bx)

ANHA