QSD`ê tevahiya çolistana Dêrazorê rizgar kir-HATE NÛKIRIN

Şervanên QSD`ê çolIstana Dêrazorê bi temamî ji çeteyan DAIŞ`ê rizgar kirin, her wiha ewlehiya tevahiya sînorê di navbera Sûriyê û Îraqê de pêk anîn.

QSD`ê tevahiya çolistana Dêrazorê rizgar kir-HATE NÛKIRIN
QSD`ê tevahiya çolistana Dêrazorê rizgar kir-HATE NÛKIRIN
QSD`ê tevahiya çolistana Dêrazorê rizgar kir-HATE NÛKIRIN
QSD`ê tevahiya çolistana Dêrazorê rizgar kir-HATE NÛKIRIN
QSD`ê tevahiya çolistana Dêrazorê rizgar kir-HATE NÛKIRIN
QSD`ê tevahiya çolistana Dêrazorê rizgar kir-HATE NÛKIRIN
QSD`ê tevahiya çolistana Dêrazorê rizgar kir-HATE NÛKIRIN
QSD`ê tevahiya çolistana Dêrazorê rizgar kir-HATE NÛKIRIN
QSD`ê tevahiya çolistana Dêrazorê rizgar kir-HATE NÛKIRIN
4 tebax, 2018   10:23

EHMED SEMÎR / DÊRAZORÊ

Şervanên QSD`ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ku ji sê aliyan ve li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer dikin, şervanan bi temamî çolistana Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Her wiha ewlehiya tevahiya sînorê di navbera Sûriyê û Îraqê de pêk anîn. Bi vê yekê tevahiya çolistana Dêrazorê û sînorê Sûriyê – Îraqê ji çeteyan hate rizgarkirin.

Qonaxa Duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê di 4`ê Hezîranê de bi serkêşiya QSD`ê ji bo rizgarkirina gundewarên bajarê Dêrazorê û Hesekê careke din destpê kir.

Di vê çarçoveyê de, yek ji fermandarên QSD`ê Bahoz Hesekê got wan bajaroka El-Deşîşa û tevahî sînorê Sûriyê – Îraqê rizgar kirin, heta ku gihan bajarokê El-Baxûz û niha jî bi temamî çolistana Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Bahoz di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wan bi sedan çeteyên DAIŞ`ê kuştin û hemû cebilxaneya wan girtin. Bakoz got şervanên QSD`ê bi rizgarkirina çolistana Dêrazorê pir kêfxweşin û moralên wan pir bilind in. Bahoz tekez kir ku ew ê heta dawiyê û li ku derê dibe bila bibe dê şerê terorîstan bikin.

Hemleya rizgarkirina çolistana Dêrazorê ji sê aliyan ve destpê kiribû.

Bi vê yekê şervanên QSD`ê  120 km2 ji çolistana bejahiya  Dêrazorê rizgar kirin.

Piştî ku çolistana Dêrazorê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin, bi dehan malbatên bajarokê El-Sûs, Hecîn û El-Şefe ber bi herêmên rizgarkirî ve hatin. Her wiha şervanan ew  bi kêfxweşî pêşwazî kirin û av û xwarin ji wan re pêşkêş kirin.

Welatiyê (M.E) ê ku nexwest li pêşiya kamîreyê derkeve ji ber ku heta niha mirovên wî li herêmên di bin dagirkeriya çeteyan de ne got ev çend salin ku zilm, zor û zehmetiyê ji çeteyên DAIŞ`ê           didîtin û di nava van salan de tenê kuştin, serjêkirin û xwîn didîtin.

M.E bi dilekî şewat dibêje ku çeteyan li pêşiya çavên wî kurê wî kuştin û ew bi hinceta ku gawire û pîvanên Îsalmê pêk nayne. M.E diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê ne ji bo ol û îslamiyetê hatin,  lê belê ji bo ol li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin û dîrok vê  yekê tu carî ji bîr nake.

M.E dema ku giha herêmên ku ji aliyê şervanan ve hatine rizgarkirin kêfxweşiya xwe diyar kir û ev tişt anî ziman:"Li vê derê her tişt cûda ye. Li wê derê amgo herêmên DAIŞ`ê kuştin û  serjêkirin heye û li vir jî ango herêmên QSD`ê aramî, aştî û demokratîk heye . Em bi hêvî ne ku di demeke nêz de şervanên QSD`ê bajarokên din jî ji zilma çeteyan rizgar bikin û herêm bi ewlehî û armî bijî."

(bx)

ANHA