‘Heke em birêxistinkirî bûna, em rastî komkujiyan nedihatin’

Şêniyên koçber ên Şengalê bang li hemû êzidîyan kirin ku li derdora Hêzên Parastina êzidîxane kom bibin û destek bidin Rêveberiya Xweser a Şengalê da ku komkujiyên li ser êzidîyan dûbare nebin. Şêniyan spasiya HPG`ê û şervanên YPJ/YPG`ê yên ji bo parastina êzidîyan gelek berxwedanî kirin.

‘Heke em birêxistinkirî bûna, em rastî komkujiyan nedihatin’
4 tebax, 2018   08:07

ÎSAM ABDULLAH – EMARA CÛDÎ / QAMIŞLO

Di salvegera 4`emîn a komkujiya Şengalê, şêniyên Şengalê heta niha li Rojava koçberiyê dijîn. Her wiha hêviyên wan bi hêzên parastinê û Rêvberiya Xweser a Şengalê ji bo bidawî kirina êşa gelê êzidî hene

Di vê çarçoveyê de şêniyên Şengalê yên di Kampa Newroz a herêma Dêrikê ya kantona Cizîrê dijîn der barî komkujiya li ser êzidîyan pêk hat ji ajansa me ANHA`yê re axivîn.

Xelîl Qolo yê ji gundê Solax ê rojhilatê Şengalê li ser kêliyên dawî beriya ku çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Şengalê bikin got piştî wan şahiya bi boneya cejnê bi dawî kir, hemû dengê çekan bihîstin. Qolo diyar kir ku çeteyan çend gund û herêmên destpêkê dagir kirin û piştî pêşmergeyên PDK`ê îxanet kirin û ji Şengalê reviyan çeteyan Şengal bi temamî dagir kir û yê wan jî tu çekên giran bi wan re tune bûn.

Qolo di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê li Şengalê kiryarên hovane ji tecawizkirina jinan, kuştina zarokan, ciwan, avêtina wan ji serê çiyayan pêk anîn.

Îxaneta PDK`ê dagirkeriya Şengalê ji aliyê çeteyan ve hêsan kir

Qolo diyar kir ku pêşmergeyên PDK`ê ji Şengalê reviyan û îxanet kirin û vê yekê jî hişt ku çeteyên DAIŞ`ê derbasî Şengalê bibin û komkujiyê li ser gelê êzidî pêk bînin.

Tevî ku hemû çekên giran, eniyeke hêzên pêşmergeyan li Şengalê hebû lê tu kesî tiştek nekir û paşê bi fermana malbata Barzanî ji Şengalê reviyan û Şengal ji çeteyên DAIŞ`ê re hiştin.

Qolo tekez kir ku pêşmergeyên PDK`ê çekên li gel şêniyan bi hinceta ku bi wan dê parastina Şengalê bikin, ji şêniyan standibûn û nedihiştin sivîl çekan bi kar bînin.

HPG`ê parastina êzidiyan kir

Qolo got HPG`ê ji bo parastina êzidîyan ji qirkirinê berxwedaniyên mezin kirin û wiha bilêv kir,"Dema ku pêşmergeyên PDK`ê ji Şengalê reviyan, HPG`ê yekser derbasî Şengalê bû û kalepîr, jin û zarok derxistin û ji bo parastina wan ji çeteyên DAIŞ`ê ew ber bi Rojava şandin. Heger HPG`ê destwerdan nekiriba yek ji êzidîyan ji Şengalê ne difilitî. Ji ber çeteyên DAIŞ`ê ji şêniyan re digotin an musilman bibin an jî wan bikujin."

Qolo bang li hemû êzidiyên hundir û derveyî welat ku yektîya xwe ava bikin, tev li Asayîşa Êzîdxan û Hêzên Parastina Şengalê bibin da ku komkujî li ser êzidîyan dubare nebin.

Qolo di dawiya axaftina xwe de spasiya hêzên gerîla, şervanên YPJ/YPG`ê û şêniyên Rojava ji ber ku ew ji qirkirinê parastin, kir.

3`yê Tebaxê nîşeneyeke reş li ser rûyê mirovahiyê ye

Gelî Reşo yek ji şêniyên Şengalê ye û li kampa Newroz dijî got roja 3`ê Tebaxê nîşaneyeke reş li ser rûyê mirovahiyê û her kesê ku sivîl di nava îşkence û zilm û zora çeteyên DAIŞ`ê de hiştin.

Gelî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku şêniyên Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin kuştin, serjêkirin, tecawizkirin û kiriyarên hovane derbarî mirovahiyê de li ser wan pêk hatin. Praniya jin û zarokên Şengalê heta niha di destê çeteyên DAIŞ`ê de ne û çarenûsa wan ne diyar e.

Gelî di axaftina xwe de got heger gelê êzidî xwe di aliyê siyasî û leşkerî de bi rêxistin kiriban komkjuî li ser wan pêk ne dihat. Gelê diyar kir ku piştî Şengal ji aliyê HPG`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, hêza taybet bi Şengalê hate avakirin û şêniyan xwe ji nûve bi rêxistin kirin û bi taybet jina êzidî rola xwe di aliyê perwerdeyê, siyasî, leşkerî û tevlîbûna xw ji hemû aliyên jiyanê re xurt kir.

Di dawiyê de Gelî tekez kir ku Hêzên Parastina Şengalê, hêzên Asayîşa Êzîdxan û avakirina meclisan li Şengalê dê bihêlin ku şêniyên Şengalê xwe bi xwe bi rêve bibinû parastina Şengalê bikin û rê li pêşiya komkujiyan bigrin.

(bx)

ANHA