Nasnameya 3 gerîlayên şehîd hatin aşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayan ku di 28`ê Tîrmeha 2018`an de li Şirnexê şehîd bûn e eşkere kir.

Nasnameya 3 gerîlayên şehîd hatin aşkerekirin
Nasnameya 3 gerîlayên şehîd hatin aşkerekirin
Nasnameya 3 gerîlayên şehîd hatin aşkerekirin
Nasnameya 3 gerîlayên şehîd hatin aşkerekirin
4 tebax, 2018   08:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyniyeke nivîskî nasnameya 3 gerîlayên di şerê 28’ê Tîrmehê li Şirnexê şehîd bûbûn, eşkere kir.

HPG’ê ev agahî parve kir

“Di çarçoveya Pêngava Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 28’ê Tîrmehê seat 17:50’an de li dijî tabûra Gundikê Melê yê Şirnexê çalakiyek hatibû lidarxistin û di vê çalakiyê de gelek leşkerên dewleta Tirk hatibûn kuştin, me ji raya giştî re ragihandibû.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi desteka hewayî operasyonek berfireh dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de di navbera hêzên me û dijmin de şer derketibû. Di vî şerî de hêzên dijmin herêma şer ji hewayê ve bombebaran kir û xwest encam bigire. Di encama bombebaranê de rêhevalên me Şîndar, Zenda û Brûsk bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniya HPG'ê nasnameay şehîdan wiha ne:

********

Nasnav: Brûsk Amed

Nav û paşnav: Omer Bîrsen

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dayîkê: Munîre

Navê bav: Yilmaz

Cih û dîroka şehadetê: Şirnex / 28’ê Tîrmeha 2018’an

 

********

Nasnav: Şîndar Cûdî

Nav û paşnav: Delîla Akdenîz

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dayîkê: Ayşe

Navê bav: Hasan

Cih û dîroka şehadetê: Şirnex / 28’ê Tîrmeha 2018’an

********

Nasnav: Zenda Çelê

Nav û paşnav: Sozdar Ayar

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Navê dayîkê: Zeynep

Navê bav: Kerem

Cih û dîroka şehadetê: Şirnex / 28’ê Tîrmeha 2018’an