Keleha Caber tabloyeke di navbera av û beyarê de ye

Rêjîmên di ser herêma Tebqayê re derbas bûne keleha Caber a dîrokî paşguh kir. Piştî ku bajarê Tebqa û gundewarên wê hatin rizgarkirin, komîteyên xizmetguzariyê yên şaredariyê bi hevkariya Komîteya Geştewariyê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Tebqayê beşeke mezin ji kelehê sererast kir û hê jî xebatên xwe dimeşînin û niha ronahiya kelehê ji nû ve çêdikin.

Keleha Caber tabloyeke di navbera av û beyarê de ye
Keleha Caber tabloyeke di navbera av û beyarê de ye
Keleha Caber tabloyeke di navbera av û beyarê de ye
4 tebax, 2018   08:24

EBDILREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Keleha Caber bi Bin Sabiq El-Qişêrî bi nasnav (Sabiq El-Dîn) ve tê girêdan ku vedigere sedsala 11'emîn û tiştek di derbarê wî de nayê zanîn ji bilî ku kurên wî çete bûn. Hin dîroknas ên wekî Ibin Xelkan diyar dikin ku ev keleh beriya ku bi Sabiq El-Dîn ve were girêdan bi navê Caber Doser dihat nasîn. Doser xulamê El-Numan Bin Munzir e û dîroka wê vedigere beriya serdema îslamiyan.

Lê dîroka zelal a vê kelehê ji dema serweriya sultan El-Selcoqî Alparslan ya sala 1086 diyar dibe, dema ku ji Asfehanê ber bi serweriya Helebê ve dihat û keleh ji destên Benî Qişêr derxist.

Keleh li ser girekî kilsî hatiye avakirin. Bilindahiya lûtkeya wê 347 metre li ser asta deryayî ye. Dirêjahiya wê ji bakur ber bi başûr ve 320 metre ye û ji rojhilat ber bi rojava ve 170 metre ye û li derdora wê du sûrên mezin hatine avakirin.

Di kelehê de gelek burcên parastinê hene. Deriyê kelehê li aliyê rojava ye û bi riya wê derbasî korîdorekî dibe û li hewşekê bi dawî dibe. Li aliyê wê yê çepê tonelek hatiye kolandin û di banê kelehê re derdikeve.

Di nîvê kelehê de mizgeftek hatiye avakirin û serweriya giştî derdora xwe dike. Her wiha li koşeya başûrrojavayê kelehê hin avahî hatine avakirin. Dibe ku evan avahî xaniyên xwediyê kelehê û mîrên wê bin.

Di encama çalakiyên vedîtinê yên berfireh de ku li mizgeftê û derdora wê pêk hatine diyar dike ku avahiyên li başûrrojava û avahiyên bakurê mizgeftê eşkere dibe ku yek ji wan xwedî hewşekê ye û hawzûyekî avê têde hatiye kolandin û gelek alavên sêramîk têde hatine vedîtin.

Di kelehê de her wiha gelek gorên ku di zinar de hatine kolandin li aliyê rojavayê kelehê hatine vedîtin û vedigerin serdema Bîzansiyan.

Keleh di dîroka nûjen de

Keleh di sedsala borî de gelekî hate paşguhkirin û piştî bendava Firatê hate avakirin metirsiya hilweşîna wê zêde bû ji ber ku ava golavê li derdora wê kom bû. Di encamê de dîwarek li derdora wê hate avakirin da ku hilneweşe. Tevî ku gelek deverên dîrokî yên din ên derodorê ketin bin ava gola bendavê.

Keleha Caber a dîrokî ji ber paşguhkirina Karîgeriya Geştewariyê ya rêjîma Sûriyeyê, gelekî nayê naskirin.

Piştî ku aloziya Sûriyeyê dest pê kir. Ji sala 2011'an ve komên çete serweriya xwe li ser kelehê ferz kirin û gelek parçeyên şûnwaran ku di kelehê de hatine vedîtin diziyan.

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê dagirkeriya herêmê kir, keleh yek ji deverên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bû û rê ji qaçaxciyên şûnwarên dîrokî re vekir da ku van deverên dîrokî talan bikin.

Çeteyên DAIŞ'ê piştî demekê keleha Caber veguhert baregeheke leşkerî. Paşê hemleya Xezeba Firatê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve ji bo rizgarkirina gundewarê bakur û rojavayê Reqayê dest pê kir.

Di destpêka sala 2017'an de QSD'ê karibû girava Caber rizgar bike û karibû ji çalakiyên leşkerî biparêze.

Piştî rizgarkirina kelehê

Devera keleha Caber heta demekê metirsîdar bû ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê car bi car ji aliyê din ve êrîş dikirin û hemû êrîşên wan bê encam bûn.

Piştî ku bajarê Tebqa di 10'ê Gulanê de hate rizgarkirin, komîteyên têkldarî deverên dîrokî û şûnwaran dest bi parastina van deveran kirin. Piştre Komîteya Geştewariyê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Tebqayê ji bo sererastkirina kelehê dest bi xebatên xwe kir û gelek kes ji bo parastina kelehê erkdar kirin.

Komîteya Geştewariyê niha bi hevkariya Şaredariya Gel û karîgeriya Enerjiyê ya Tebqayê kelehê ji nû ve ronî dike.

Komîteyê deriyê serdana kelehê ji geştewaran re vekir.

ANHA