Ciwanên Kobanê jî dê tev li çalakiya li Sêmalkayê bibin

Bi dehan endamên YCR`ê yên Kobanê ji bo ku tev li konê çalakiyê bibin ku li ber deriyê Sêmalka hatiye vedan, berê xwe da herêma Cizîrê.

Ciwanên Kobanê jî dê tev li çalakiya li Sêmalkayê bibin
4 tebax, 2018   06:44

KOBANÊ

Duh, bi dehan ciwanên Kobanê berê xwe da herêma Cizîrê da ku tev li konê çalakiyê bibe ku ji aliyê Yekitiya Ciwanên Rojava li herêma Cizîrê ve di çarçoveya pêngava ʺSerî hildeʺ hatiye vedan.

YCR’a herêma Cizîrê di 25`ê Tîrmehê de, ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya tirk li ser başûrê Kurdistanê û Qendîlê û nedestûrdayîna derbasbûna ciwanan ji aliyê PDK`ê ve, konê çalakiyê li ber deriyê Sêmalka veda.

(kc)

ANHA