Li Efrînê di navbera çeteyan de şer dijwar e

Li bajarê Efrînê çeteyên girêdayî arêtşa tirk a dagirker xwe bi xwe şer kirin. Tê gotin ku kuştî û birîndar hene.

Li Efrînê di navbera çeteyan de şer dijwar e
3 tebax, 2018   18:35

EFRÎN

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên koma "Ehrar El-Şerqiya"  ku ji çeteyên êla Şeîtat a Dêrazorê pêk tê û komên çete yên ser bi dagirkeriya tirkiyê ve şer derket.

Li gorî çavkaniyî; şer li nêzî dibistana Kerama ya nêzî avahiya "Polîsên Leşkerî" rû da.

Çavkaniyî destnîşan kir ku çeteyan hemû dukan dirkirin û derketina derve qedexekirin.

Li gorî agahiyên destpêkê di şer dee 2 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. Tê gotin ku dengê teqînan ji navenda bajar tê bihîstin.

Şer hî didome.

ANHA