Mala Êzidiyan a Helebê hate vekirin

Êzidiyên li Helebê bi merasîmekê "Mala Êzidiyan" li taxa Şêxmeqsûd hate vekirin.

Mala Êzidiyan a Helebê hate vekirin
Mala Êzidiyan a Helebê hate vekirin
Mala Êzidiyan a Helebê hate vekirin
Mala Êzidiyan a Helebê hate vekirin
Mala Êzidiyan a Helebê hate vekirin
Mala Êzidiyan a Helebê hate vekirin
Mala Êzidiyan a Helebê hate vekirin
3 tebax, 2018   18:28

HELEB

Di salvegera 4‘emîn a komkujiya li ser Şengalê de, êzidiyên li Helebê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê "Mala Êzidiyan" vekirin.

Bi dehan şêniyên taxê, nûnerên Mala Êzidiyan û endamên saziyên sivîl amade bûn.

Merasîm di deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanên cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê, bi navê Êzidiyên Helebê Rojîn Mûsa, bi navê Hevgirtina Olan Şêx Elî Hesen, bi navê Kongreya Star Hêvîn Silêman û bi navê TEV-DEM‘ê Sekîna Çerkes axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn vekirina Mala Êzidiyan pîroz kirin û hêvî kirin ku bibe navenda pêşxistina jiyana hevbeş û xurtkirina têkiliyên di navbera hemû pêkhateyan de.

Deriyê Mala Êzidiyan ji aliyê dayika Şehîd Zerdestş û dayika Şehîd Beşîr û birayê Şehîd Niştiman ve hate vekirin.

Piştî vekirina navendê, daxuyaniyek ji aliyê Hevseroka Mala Êzidiyan a Nesrîn Gulê ve hate xwedin.

Di daxuyaniyê de hate bi bîr xisitn ku 4 sal li ser karîseta mezin a li dijî gelê Şegalê re derbas dibe, hîna jî bermaniyên komkujiyê  gelê Kurd ê Êzidî yên di kampa de ku li benda vegera li welatê xwe ne, di êşîne, hî jî bi sedan jin û keçên Êzidî di destê wehşên serdemê û algirên wê "DAIŞ" de ne.

Nesrîn anî ziman ku bûyera 3‘yê Tebaxa 2014‘an xaleke reş li ser eniyê mirovahiyê ye û kesên ku ji karîsetê re pilan kirin e.

Nesrîn Gulê di berdewama daxuyaniyê de destenîşan kir ku kesên xwe wekî parêzvanên gelê Şengalê denîşan didan, rastiya wan di vê komkujiyê de derket der û got,"Vekişandan Pêşmerge ji Şengalê bêyî ku yek guleyê bavêje kîna wan a li hemberî baweriya Êzidiyan diyar dike. Lê lengeiya şervanên YPG û YPJ‘ê pilanên tunekirina Êzidiyan têk bir û ew jî qirkirinê re rizgar kirin."

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku binpêkirinên Eredogan û çeteyên wê yên li Efrînê encamên têkçûna çeteyên DAIŞ‘ê li Şengalê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Wekî Mala Êzidiyan a Şengalê em komkujiyên çeteyên DAIŞ‘ê û Erdogan ên li dijî mirovahiyê ji Şengal heya Kobanê û herî dawî Efrînê û êrîşên li dijî gelê Dirîz yên li Suweydayê û revandina jinan şermezar dikin û bang li civaka navdewletî û hiqûqa mafê mirovan dikin ku têxistinên terorîst tune bikin û çarenûsa bi hezaran kesên hatine revandin diyar bike."

Di dawiya merasîmê de peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin.

ANHA