Avakirina komînan li taxa Şêxmeqsûd berdewam e

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê komîna bi navê "Şehîd Avşîn" hate avakirin.

Avakirina komînan li taxa Şêxmeqsûd berdewam e
Avakirina komînan li taxa Şêxmeqsûd berdewam e
Avakirina komînan li taxa Şêxmeqsûd berdewam e
Avakirina komînan li taxa Şêxmeqsûd berdewam e
Avakirina komînan li taxa Şêxmeqsûd berdewam e
3 tebax, 2018   18:55

HELEB

Avakirina komînan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê didome. Tevgera Civaka Demokratîk bi armanca avakirina komînekê bi navê "Şehîd Avşîn" li beşê rojavayê taxê civînek li dar xist.

Bi dehan şêniyên taxê di civîn de amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, Hevseroka Meclisa TEV- DEM‘ê ya taxa Şêxmeqsûd Sûad Hesen axivî û anî ziman ku komîn bingeha civakê ye, hemû pêwîstiyên wê pêk tîne.

Di encamên hilbijartinan de, Kamil Xelîl Îzet û Fehîma Mûsa bûne hevserok, her wiha komîteyên "Lihevanîn, Prastina Civakî, Xizmetguzarî, Tenduristî, Perwerde, Aborî" hatin avakirin. Her komîteyek ji 4 endaman pêk tê.

Civîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Ji nûve avakirina komînan piştî zêdebûna hejmara şêniyan tê.

ANHA