Fêrî ziman û zanistê dibin

Zarokên Efrînê ji bo fêrî zimanê xwe bibin û ji xwendina xwe qut nebin, razî ne ku li nav kavilan û li ser hesîran bixwînin.

Fêrî ziman û zanistê dibin
3 tebax, 2018   08:42

TOLÎN HESEN-ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Li koçberiyê di nav kavilan de 723 zarokên Efrînê tenê ji bo fêrî zimanê xwe bibin, têne wê dibistanê. Dibistana Ehdase; di wextê rejîmê de girtîgeha zarokan a Helebê bû û çeteyên DAIŞ`ê jî di navbera salên 2014-2015`an de wek navend bi kar anîn. Jixwe heyanî ku ev herêm rizgar dibe girtîgeha Ehdas ji gelek aliyên xwe ve di encama şer de dirûxe û gelek ziyan dibîne.

Dibistan 6’ê Hezîranê vedibe û zarokên Ehdasê 500 m dimeşin heyanî digihîjin dibistanê. Li dibistana Ehdas şagirtên refa yekemîn heyanî refa (pol) 12`emîn dixwînin.

Şagirtên dibistana seretayî saet di 07:30’an berê xwe didin dibistana xwe. Derfet kêm in û ew zarok neçar dimînin heyanî saet 11:002’an di bin wan kavilan de û li ber germahiya rokê ku bixwînin.

Şagirtên dibistana navîn û amadehî jî ew ji saet 15:00’an têne dibistana xwe û heyanî saet 17:0o’an dixwînin. Li ser materyalên Rêveberiya Xweser û ji refê 4`emîn êdî şagirt li gel zimanê kurdî fêrî zimanê erebî, fransî û ingilîzî dibin.

Meteryal weke pirtûk ne tenê li gel şagirtan peyde nabin, di destê hemû mamosteyan de jî nînin û hejmareke mezin ji mamosteyan meteryal girtine ser telefonên xwe û ders didin şagirtan.   

 Ji girtîgehê bû cihê perwerdeyê

Zarokên Efrînê yên di encama dagirkirina dewleta Tirk koçberî herêma Şehba bûn hesîr li refên xwe yên bê derî û pencere radixînin û bi mereq li mamosteyên xwe guhdar dikin. Bi hev re dikevin pêşbirkê kî berî yê dîtir dersa xwe bi dawî bike û pênûs û lênûsa xwe têxin çentê xwe. Çenteyê hinek zarokan nîne lê ew bê çare nemane û lênûsên yan digrin destê xwe yan jî dixin tûrikên xwe. Refên xwe ji gemarê diparêzin û piştî dersa wan bi dawî dibe, hesîra xwe kom dikin, refê xwe paqij dikin û berî ku berê xwe bidin malê bi tope dileyîzin.

Ezmûnên dibistana seretayî bi dawî bûne yên refa 7, 8,10 û 11`emîn jî ji 1`ê mehê heyanî 10`ê mehê didomin û ezmûnên refa 9 û 12`emîn jî dê 11`ê mehê dest bi ezmûnên xwe bikin.

ANHA