′Cihê Ocalan di dil de ye û em ê têkoşîna xwe bidomînin′

Jinên kantona Girê Spî ya Bakurê Sûriyeyê dilsoziya xwe bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tekez kir û ji bo azadiya wî banga bilindikirina asta têkoşînê kir.

′Cihê Ocalan di dil de ye û em ê têkoşîna xwe bidomînin′
3 tebax, 2018   08:24

GULÎSTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Jinên bajarê Girê Spî têkildarî tecrîda ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin ji ajansa me ANHA`yê re axivîn. Jinan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û tekez kir ku ew ê têkoşîna xwe ji bo azadiya wî berdewam bikin.

Welatiya bi navê Efra Osman tecrîda li ser Ocalan û rewşa wî ya zehmet di girava Îmraliyê de şermezar kir. Efra got ku hemû jin ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo azadî û vegera jinan ji ya siyasî û rizgarkirina wan ji zilm, zorê û zîhniyeta desthilatdar deyndar in.

Ji aliyê xwe ve Heyfa Muslim bang li hemû dewletên cîhanê yên ku bi navê parastina azadiyê mirovan bang dikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin û bi awayekî lezgîn Ocalan serbest were berdan.

Heyfa li ser rola fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd der barê jinan de wiha got: "Em ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna fikrên wî ji bo azadiya hemû jinên herêmê û cîhanê heta dawiyê têkoşînê bikin."

Hêvîn Muslim ji aliyê xwe ve got ku cihê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dil de ye, siyasetên Erdogan tu carî wan ji rêberê wan dûr naxe û ew ê heta dawiyê bi rêberê xwe re bin.

Welatiya bi navê Ûla El-Îbrahîm destnîşan kir ku êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê tu carî îradeya wan naşikînin û ew ê heta dawiyê têkoşîna xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27`ê Tîrmeha 2011`an ve 773 caran xwest bi miwekilê xwe re hevdîtinê pêk bînin, herî dawî jî di 19`ê Tîrmeha 2018`an de, lê dadgehê xwesteka wan bi hinceta rewşa hewa û keştî xirabe ye, red dike.

(bx/ew)

ANHA